Li Cizîrê ‘keda kolektîf’: Rêveber û karker mil bi mil kolanan paqij dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya Cizîra Botan kampanyaya “Cizîra Paqij bi Keda Kolektîf” berfirehtir dike. Di xebatên paqijiyê de pilemendî namîne; midûrên şaredariyê û xebatkarên paqijiyê piştî demjimêrên kar bi hev re kolanan paqij dikin.
Bi pêşengiya Hevserokên Şaredariya Cizîra Botan, kampanyaya “Cizîra Paqij bi Keda Kolektîf” bi beşdariya dilxwazî ya xebatkarên şaredariyê berdewam dike. Taybetmendiya herî balkêş a vê kampanyayê ew e ku karmendên ji hemû yekeyan, piştî qedandina dema karê fermî, li tax û kolanan li hev dicivin û xebatên paqijiyê dimeşînin.
Di çarçoveya kampanyayê de dîmenên watedar derketin holê. Yek ji van dîmenan jî xebata mil bi mil a Rêveberê Midûriyeta Çavkaniyên Mirovan û xebatkarekî paqijiyê bû. Her du xebatkaran bêyî ku ferqê bixin navbera unvan û meqamên xwe, bi firçe û torbeyên çopê di destê xwe de ji bo Cizîreke paqij ked dan.
Şaredariya Cizîrê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser vê yekê û diyar kir: “Piştî demjimêrên kar, ne makam dimîne ne jî unvan. Tenê keda ji bo bajêr û berpirsiyariya hevpar dimîne. Ked xwedî unvan nîne, ked bi rûmet e.”
Xebatkarên şaredariyê bi diruşma “Ev bajar yê me hemûyan e” tevdigerin. Armanca kampanyayê ne tenê komkirina çopê ye; di heman demê de xurtkirina ruhê hevkariyê, xebata kolektîf û zêdekirina hezkirina ji bo bajêr e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku meqam û unvan demkî ne, lê şopa ku bi kedê li ser bajêr tê hiştin mayinde ye. Xebatkarên şaredariyê di dema paqijiyê de bi welatiyan re jî hevdîtinan dikin û peyama “em bi hev re paqij dikin, bi hev re xweşiktir dikin” didin xelkê Cizîrê.