Li Nepalê hişyariya lezgîn ji bo lehiyeke din tê dayîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarên Nepalê hişyariyeke lezgîn da tîmên rizgarkirinê û welatiyan ku herêmên nizm bicih bihêlin û herin cihên bilind. Sedema vê hişyariyê hilweşîne bendavekê li aliyê Tîbetê ye ku metirsiya lehiyeke wêranker bi xwe re tîne.
Polîsê Nepalê di daxuyaniyekê de ragihand, zanyarî gihîştine wan ku li aliyê Tîbetê (Çîn) careke din bendaveke avê teqiya ye. Ji ber vê yekê daxwaz ji hemû hêzên ewlehiyê, xebatkarên hawarhatinê û welatiyan hat kirin ku li wan herêmên ku lêgerîn lê tê kirin hişyar bin û demildest ber bi herêmên ewle û bilind ve herin.
Ev hişyariya nû di demekê de tê ku bi hezaran xebatkarên hawarhatinê li herêmên çiyayî li pey kesên windabûyî digerin. Li gorî amarên fermî, heta niha li Nepalê 270 kesan û li aliyê Tîbetê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha zêdetirî 1,300 kes hîn winda ne ku di nav wan de gelek geştiyarên biyanî û ziyaretkerên olî jî hene.
Karesata yekem roja Çarşema borî ji ber herifîna çiyayên qeşayê rû da. Paşmayên herî, herik û keviran rêya çemên li ser sînorê Çîn û Nepalê girtin û goleke metirsîdar ava kirin. Pispor hişyarî didin ku ev gola sûnî her kêlî dikare biteqe û bibe sedema lehiyeke hîn mezintir û wêranker.
Lehiya ku beriya niha rû dabû, bûye sedema hilweşandina gelek piran û xerabûna nêzîkî 40 kîlometre rêyan. Gelek avahî û otomobîl di bin heriyê de mane. Artêşa Nepalê ji bo rizgarkirina kesên ku li herêmên dabeşbûyî asê mane, helîkopteran bikar tîne.
Navenda Navdewletî ya Geşepêdana Çiyayan (ICIMOD) aşkere kir ku di karesata roja Çarşemê de, asta ava çemê Trîshûlî tenê di nav 30 xulekan de 9 metreyan bilind bibû. Niha tîmên rizgarkirinê di bin gefa lehiya duyem de hewl didin karên xwe bidawî bikin.