Li 103 benzînxaneyên Kurdistanê benzîna 750 dînarî tê dabeşkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca kontrolkirina nirxan, îro zêdetirî 3 milyon lître benzîna piştgirîkirî dabeş dike.
Li seranserî Herêma Kurdistanê îro 29ê Tebaxa 2026an, li 103 benzînxaneyên diyarkirî, proseya dabeşkirina benzîna hikûmî ya bi nirxê 750 dînarî berdewam dike. Wezareta Samanên Sirûştî ragihand, ji bo îro 3 milyon û 708 hezar lître benzîn hatiye dabînkirin.
Li paytext Hewlêrê ku rêjeya herî zêde ya otomobîlan lê ye, ji îro ve "Karta Sotemeniyê ya jimara 4" ket warê cibicîkirinê û êdî kar bi karta hejmara 3 nabe. Li 36 benzînxaneyên Hewlêrê, bi rêya sîstema elektronîk 1 milyon û 296 hezar lître benzîn tê dabeşkirin ku tê pêşbînîkirin îro zêdetirî 32 hezar şofêr jê sûdmend bibin.
Li seranserî Herêmê jî, tê payîn ku îro nêzîkî 93 hezar otomobîl vê benzîna erzan wergirin.
Hefteya borî li seranserî Kurdistanê 26 milyon lître benzîn hatibû dabeşkirin û 650 hezar otomobîlan sûd jê wergirtibû. Li Hewlêrê tenê, di dema karkirina bi karta jimara 3 de, zêdetirî 211 hezar otomobîlan benzîn wergirtibû.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya vê sîstemê û karta elektronîk hewl dide barê aborî yê li ser milê welatiyan sivik bike. Ev pêngav herwiha ji bo rêgirtina li qorxkirin û qaçaxçîtiya sotemeniyê hatiye avêtin da ku benzîn bi awayekî dadperwerane bigihe destê hemû şofêran.