Wezîrê Samanên Siruştî: Berhemanîna petrolê zêde bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Samanên Sirûştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet Kemal Mihemed Salih ragihand, asta berhemanîna petrolê gihîştiye 230 hezar bermîlan di rojekê de û heke Bexda lêçûna parzûnkirinê kêm bike, ew dikarin benzînê bi 450 dînarî bidin welatiyan.
Wezîrê Samanên Sirûştî Kemal Mihemed Salih îro 29ê Tebaxa 2026an ji Kurdistan24ê re aşkere kir, piştî rawestanê, kompanîyên petrolê dîsa dest bi karên xwe kirine û got: "Niha asta berhemanînê di navbera 220 hezar û 230 hezar bermîlan de ye. Beşek ji vê petrolê ji bo pêdiviyên navxwe tê bikaranîn."
Herwiha destnîşan kir, hemû kêlgehên petrolê ketine kar, tenê kêlgeha Sersengê nebe; ji ber ku ew kêlgeh ji ber êrîşên dronan zirar ditiye û hîn dest bi kar nekiriye.
Derbarê nirxê benzînê de, Wezîrê Samanên Sirûştî diyar kir ku hinek pirsgirêk hatine çareserkirin, lê ji bo çareseriya bingehîn, divê Hikûmeta Federal pişka Herêma Kurdistanê bişîne.
Wezîr bal kişand ser cudahiya lêçûna parzûnkirinê û got: "Bexda ji bo parzûngehên xwe lêçûna her bermîlekê bi 5 hezar û 900 dînarî (nêzîkî 4 dolar) hesab dike, lê ji bo parzûngehên Herêma Kurdistanê vê lêçûnê wek 16 dolaran hesab dike. Her gava ku Bexda mîna parzûngehên Iraqê lêçûna me jî bi 4 dolaran hesab bike, em ê benzînê bi 450 dînarî bidin welatiyan."
Li gorî gotinên wezîr, niha li Herêma Kurdistanê rojane tenê 50 hezar bermîl petrol tê parzûnkirin, di gava ku daxwaza navxweyî ya welatiyan rojane dighîje 140 hezar bermîlan.
Derbarê danûstandinên bi Bexdayê re, Wezîrê Samanên Sirûştî ragihand, ew di rojên 26 û 27ê vê mehê de bi Komîsyona Petrol û Gazê ya Parlamentoyê û Wezareta Petrolê ya Iraqê re civiyane. Herwiha got: "Em niha li benda raspardeyên komîsyonê ne ku ji bo Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî werin şandin. Serokwezîrê Federal çi biryarekê bide, em ê pê pabend bin."