Keşnasiya Herêmê: Germa bi awayekî berçav dadikeve û baran li hin deveran dibare
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, îro li deverên çiyayî egera baranê heye û sibe jî ji ber bandora pêleke hewayê ya hênik, pileya germê bi awayekî berçav dadikeve.
Keşnasiya Herêmê îro 30ê Tebaxa 2026an diyar kir, asmanê Herêmê dê di navbera nîv-ewravî û ewravî de be. Hat ragihandin ku li deverên cuda egera baraneke hûr heye û li navçeyên çiyayî yên sînorî jî dibe ku barana bi birûsk bibare.
Li gorî daxuyaniyê, îro li sînorê parêzgehên Silêmanî, Helebce û Îdareya Germiyanê leza bayê ber bi aliyê bakurê rojhilat ve zêde dibe. Pileya germê ya îro li gorî duh 1 heta 2 pileyan kêm bûye.
Derbarê keşûhewayê sibe Duşem de, hat eşkere kirin ku asman dê zelal be, lê ji ber bandora pêleke hewayê ya hênik, pileya germê li seranserî herêmê 3 heta 5 pileyan dadikeve û keşûhewa dê bi awayekî berçav hênik bibe.
Pileya germê ya herî bilind a ji bo sibe wiha ye:
Hewlêr: 37 pile
Silêmanî: 36 pile
Duhok: 36 pile
Helebce: 38 pile
Kerkûk: 39 pile
Germiyan: 42 pile
Zaxo: 37 pile
Pîrmam: 35 pile
Çemçemal: 38 pile
Akrê: 39 pile
Hacî Omeran: 26 pile