Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo piştbestina bi ava sererdê dest bi stratejiyeke nû kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê stratejiyeke nû ji bo piştsipartina bi çavkaniyên ava sererdê pejirand û planeke berfireh ji bo 24 salên paşerojê amade kir.
Rêveberê Giştî yê Av û Avrêjê yê Herêma Kurdistanê Arî Ehmed îro 30î Tebaxê ji Kurdistan24ê re ragihand, di çarçoveya rêberên giştî yên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, stratejiyeke nû ji bo piştsipartina bi çavkaniyên ava sererdê hatiye amadekirin.
Ev plan çavkaniyên wekî çem, gol, kanî û bendavan, bi taybetî çemên Dîcle, Zêyê Mezin, Zêyê Biçûk, Xabûr û Sîrwanê di nav xwe de digire. Niha ji bo peydakirina ava vexwarinê 25 projeyên stratejîk ên hikûmetê hene.
Arî Ehmed got: "Şiyana hilberîna van projeyan, rojane digehîje 3 milyon û 678 hezar û 563 metre çargoşe av, ku bi navînî dibe 153 hezar metre çargoşe di demjimêrekê de."
Rêveberê Giştî yê Av û Avrêjê diyar kir, plana hikûmetê ji bo 24 salên paşerojê, anku heta sala 2050î, zêdekirina hilberîna ava vexwarinê ye bi qasî du milyon û 100 hezar metre çargoşe di rojê de. Ev armanc bi rêya cîbicîkirina 26 projeyên nû yên stratejîk li hemû bajar û bajarokan pêk tê ku ew hemû piştê bi ava ser-erdê girê didin.
Bi gotina Rêveberê Giştî yê Av û Avrêjê, hejmara sûdwergirtiyên van projeyan digehîje 11 milyon û 660 hezar kesî. Cîbicîkirina vê stratejiyê dê bandoreke rasterast li ser kêmkirina bikaranîna ava binerdê bike.
Li gorî wê planê, piştsipartina bi ava sererdê ji bo %75an bilind dibe û piştsipartina bi ava binerdê ji bo %25an dadikeve. Ev jî di demekê de ye ku niha pênc hezar û 810 bîrên avê di kar de ne.