Baranê Bakurê Kurdistanê xist bin bandora xwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke dijwar a baran û teyrokê bandoreke giran li Bakurê Kurdistanê kir. Ji ber lehî û herifîna axê, rêyên sereke hatin girtin, otomobîl di bin heriyê de man û li gelek parêzgehan hişyariya "zer" hat ragihandin.
Li gelek deverên Bakurê Kurdistanê ji şeva borî ve baraneke zêde dibare. Ev pêla baranê bi taybetî li parêzgehên Erzîncan, Sêwas, Qers, Erdexan û herêma Serhadê jiyana welatiyan bi bandor kiriye.
Ji ber barana dijwar û teyrokê, li ser rêya sereke ya navbera Erzîncan û Sêwasê ax herifî. Di encamê de rê demeke dirêj ji çûnûhatinê re hat girtin. Hat ragihandin ku 4 otomobîl û 2 barhilgir di bin herî û axê de mane. Piştî xebatên tîmên şaredariyê, rê dîsa ji bo trafîkê hat vekirin.
Li Erdexan û Qersê, baran û teyrokê zirarên mezin gihandin mal, avahî û qadên çandiniyê. Teyrokê bi taybetî ziyan gihand bax û baxçeyan. Li navçeya geştiyarî ya Uzungolê ya Trabzonê jî ji ber lehiyê rê hatin girtin û gelek geştiyar li herêmê asê man.
Ji ber ba û bahoza dijwar li Xarpêtê, keştiya rêwiyan a ku di navbera Meletî û Xarpêtê de kar dike, nekarî xwe nêzî benderê bike. Rêwî demeke dirêj di nav keştiyê de asê man heta ku bahoz sekinî.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê (MGM) ji bo 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hişyariya bi "rengê zer" da. Li gorî daxuyaniyê, li parêzgehên wekî Bidlîs, Hekarî, Sêrt, Wan û Şirnexê egera baraneke pir dijwar û rabûna lehiyan heye. Herwiha hat diyarkirin ku li gelek deveran metirsiya "tozbarînê" jî heye.
Bi hatina baranê re, germahiya keşûhewayê li seranserî herêmê daket. Pileya germê li parêzgehên wekî Riha û Dîlokê ku beriya çend rojan heta 46 pileyan bilind bûbû, niha daketiye 31-32 pileyan. Li Erziromê germahiya hewayê wekî 22 pile û li Wanê jî wekî 26 pile hat pîvandin.