Wezareta Xwendina Bilind salnameya akademîk a 2026-2027an aşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, salnameya akademîk a sala xwendinê ya 2026-2027an belav kir. Li gorî salnameyê, pêvajoya xwendinê di 1ê Îlona 2026an de dest pê dike û di 30î Hezîrana 2027an de bidawî dibe.

Wezaretê rênimayên têkildarî pergala xwendinê ya li zanîngeh, kolêj û peymangehan bi vî awayê jêrîn diyar kirine: 

Yekem, li wan saziyên zanistî yên ku pergala salane yan ya werzî peyrew dikin, divê dema xwendinê ji bo pergala salane ji 30 hefteyan kêmtir nebe. Ji bo pergala werzî jî divê dema xwendinê ji bo her werzekê ji 15 hefteyan kêmtir nebe, ku ev dem rojên ezmûn û bêhnvedanan nagire nav xwe. 

Duyem, li wan zanîngeh û peymangehên ku pêvajoya Bolonyayê (Bologna Process) peyrew dikin, divê her demsaleke xwendinê ji 20 hefteyan kêmtir nebe. Bi pişta xala 3yem a rêberê cîbicîkirina pêvajoya Bolonyayê li zanîngehên Herêma Kurdistanê, 14 hefte ji her werzekê ji bo pêvajoya xwendinê tên terxankirin û hefteyên din ji bo xwe-tomarkirin û ezmûnan dibin.

Sêyem, li wan cihan ku pergala sê-werzî peyrew dikin, divê dema her werzekê ji 13 hefteyan kêmtir nebe. Di vê demê de, herî kêm 10 hefte ji bo pêvajoya xwendinê tên terxankirin û hefteyên din ji bo xwe-tomarkirin û ezmûnan hatine diyar kirin. 

Çarem, li wan zanîngeh û peymangehên ku pêvajoya Bolonyayê peyrew dikin, xwendekar di dema saleke akademîk de, tenê mafê wan heye ku du caran bikevin ezmûnên dawiya werzê.