Serok Barzanî û Victoria Taylor têkiliyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî û Rêvebera Dosyeya Iraqê li Encûmena Atlantîkê, pêşketinên herî dawî yên siyasî li navçeyê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 30ê Tebaxa 2026an, pêşwazî li Rêvebera Dosyeya Iraqê li Encûmena Atlantîkê Victoria Taylor kir.

Baregeha Barzanî belav kir, di civînê de guftûgo li ser guhertin, pêşhat û hevkêşeyên siyasî yên navçeyê hatin kirin, herwiha ronahî hate xistin ser têkiliyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal.

Nirxandina pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û gotûbêjkirina hewlên bi armanca çareserkirina pirsgirêk û astengan, mijareke din a sereke ya vê civînê bû.