51 zarokên Rojhilatê Kurdistanê li Kirmaşanê helbest xwendin
Navenda Nûçeyan (K24) – Sêyemîn xula pêşbirka herêmî ya "Xwendina Helbestên Kurdî yên Zarokan" li bajarê Kirmaşanê hat lidarxistin. Di vê xulê de 51 zarok û ciwan ji parêzgehên Kirmaşan, Sine, Îlam û Urmiyeyê yên Rojhilatê Kurdistanê beşdar bûn. Armanca sereke ya vê çalakiyê ku ji aliyê Grûpa Çand û Wêjeya Kurdî ya Kirmaşanê ve hat birêvebirin, danasîna wêjeya kurdî li nifşê nû û parastina zimanê dayikê ye.
Sêyemîn xula pêşbirka xwendina helbestên kurdî li hola Kanûna Perwerdeya Fikrî ya Zarok û Ciwanan a Kirmaşanê hat lidarxistin û dengê helbest û wêjeyê bi kelecan û şahiya zarokan re tevlîhev bû. 51 zarokan jêhatîbûna xwe di xwendina helbestên helbestvanên naskirî yên kurd de nîşan dan.
Endamê Koma Çand û Wêjeya Kurdî ya Kirmaşanê Reza Cemşîdî di vê derbarê de got: "Wek Koma Kar a Çand û Wêjeya Kurdî ya Kirmaşanê, em bernameyan amade dikin. Bernameya me ya bê dê bibe duyemîn Mîhrîcana Hûreyê ku li 'Mîhreban' tê lidarxistin. Em ê di meha Reşmehê de jî yekemîn xula Xelata Wêjeyî ya Kirmaşanê pêk bînin."
Beşdarên vê pêşbirkê ku ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatibûn, zimanê xwe wekî stûna sereke ya domandina çanda xwe didîtin û bi kelecana mezin li ser sehneyê helbestên xwe pêşkêş dikirin.
Keça beşdar a ji Baneyê Ala Rostemî peyamek arasteyî hemû keçên kurd kir û got: "Peyama min ji bo hemû keçên Kurd ev e: Wek gelê Kurd divê em ziman û çanda xwe bidin naskirin û biparêzin. Wekî ku Mamoste Hejar dibêje: 'Nasname û stûna her neteweyekê ziman û çanda wê ye.'"
Di dawiya pêşbirkê de dadweran pûan dan beşdaran û di her koma temenî de çend zarok wekî kesên serkeftî û layîqî rêzlêgirtinê hatin diyar kirin.
Endama Desteya Birêvebir a Pêşbirkê Ayda Seferî got: "Ji bajarên Kurdan wekî Kirmaşan, Kurdistan (Sine), Îlam û Urmiyeyê beşdar hene. Di vê mîhrîcanê de, ji bo pênc zarokên serkeftî yên her koma temenî, xelatên giranbiha hatin dayîn."
Giringiya vê çalakiya çandî di wê de ye ku di qanûna bingehîn a Îranê de, destûra perwerdehiya bi zimanê dayikê nehatiye dayîn; her çend fêrbûna zimanên cuda yên gelên Îranê destûrkirî ye jî, lê ev destûra qanûnî ku zêdetirî 47 sal di ser pejirandina wê re derbas dibin, heta niha nehatiye cîbicîkirin û fêrbûna zimanê kurdî her li derveyî saziyên fermî yên dewletê ye.