Şanoya "Selma"yê li Rûsyayê xelateke giring wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Koma Şanoyê ya Hewarê li Kerkûkê bi şanoya “Selma”yê bawernameya xelata dîplomê ya kalitiya bilind a hunerî û awayê lîstikvaniya cuda di gera heştê ya Festîvala Navdewletî ya Şanoyê ya Ostrovsky de li Rûsyayê wergirt.

Derhênerê şanoyê Nejad Necim îro Duşemê, 24ê Tebaxa 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Di wê festîvalê de ji nav 16 pêşkêşkirinan ku 10 welat tê de pişkdar bûn, me nûnertiya Kurdistanê kir û me karî xelata dîplomê ya kalitiya bilind a hunerî û awayê lîstikvaniya cuda ya pêşkêşkirinê werbigirin.”

Nejad Necim herwesa got: “Tişta em li vê derê fêm dikin ew e ku rêzgirtina li hunerê tenê pesnê hunermendî nîne, belku bawerî ye bi wê yekê ku huner dikare mirovî ji jibîrkirinê û windabûna bîranînan biparêze. Li Rûsyayê me hest kir ku şano tenê li ser textê şanoyê najît, belku di hişyarî û dilê xelkê de dijît."

Navborî di derheqa çîroka pêşkêşkirinê de got: "Ev pêşkêşkirin karekî hevpar ê navbera Kurdistan û Fransayê ye. Pêşkêşkirin bizavê dike ku bi zimanê şanoyê bîranînên qurbaniyan zindî bike û ronahiyê bixe ser wan êş û zirarên ku gihîştine bi hezaran malbat û nifşên Kurdan. Her wiha pêşkêşkirin peyameke mirovî û cîhanî hildigire, bo parastina bîranînên qurbaniyan û dubarenebûna tawanên bi vî rengî li paşerojê."

Şanoya "Selma"yê ji nivîsîna Dr. Dilşad Mustafa û sînografî û derhênana Nejad Necim e. Her wiha Hewar Fars û Auget-Ly Ampert rolê sereke di wê pêşkêşkirinê de dilîzin, li gel desteyeke teknîkî û rêveberê berhemî ku di amadekirina vê berhemê de pişkdar bûne.

Gera Heştê ya Festîvala Navdewletî ya Şanoyê ya Ostrovsky, ji nav 16 pêşkêşkirinan û 10 welatên pişkdar, li roja Sêşemê, 18ê Tebaxa 2026ê, li Kinishmaya herêma Ivanovoyê li welatê Rûsyayê hat destpêkirin û bo dema şeş rojan berdewam kir.