Li Qamişlo nerazîbûna li dijî biryara Şamê: "3 saetên kurdî têrê nake"
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişloyê, malbatên xwendekaran û mamosteyên zimanê Kurdî li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Sûriyê, çalakiyek li dar xistin. Çalakvanan daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê kirin û biryarên nû yên hikûmetê şermezar kirin.
Welatiyên bajarê Qamişloyê û malbatên xwendekarên Kurd, wekî bertekek li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê ya derbarê kêmbûna saetên zimanê Kurdî û guhertina sîstema xwendinê, man girtin. Di çalakiyê de xwendekaran bi pankartên di destên xwe de bang kirin ku mafê wan ê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê parastin.
Bêrîvan Hesen, ku dayika xwendekarekê ye di çalakiyê de ji Kurdistan24ê re diyar kir ku zarokên wan bi salan e bi zimanê Kurdî perwerde dibin û biryara nû ya hikûmetê jiyana wan a xwendinê dixe metirsiyê. Hesen got: "Keça min niha di pola 11an de ye. Wan heya niha hemû xwendina xwe bi kurdî kiriye. Sîstema ku dibêje tenê 3 saet dersa Kurdî hebe, ji bo me nayê qebûlkirin. Em dixwazin zarokên me bi zimanê xwe zanistê fêr bibin û pêşeroja wan neyê tarîkirin."
Mamosteya zimanê Kurdî, Mizgîn Hesen jî bal kişand ser aliyê siyasî û dîrokî yê ziman û got, zimanê Kurdî zimanekî niştimanî yê Sûriyê hatiye naskirin, lê ev biryara Wezareta Perwerdeyê ya Şamê hewldanek e ji bo bêbandorkirina hebûna Kurdan û wiha berdewam kir: "Kurd gelekî resen ê vê xakê ne. Ev biryar wisa nîşan dide ku qey Kurd biyanî ne. 3 saet dersên bijarte di bernameya fermî de cih nagirin."
Xwepêşanderan bi yekdengî dirûşmeyên "Bê ziman jiyan nabe" berz kirin û ragihandin ku zimanê Kurdî ne tenê amûreke axaftinê ye, lê nasname û rûmeta gelê Kurd e. Malbatan destnîşan kir ku heya daxwazên wan ên perwerdehiya bi zimanê dayikê neyên bicihanîn, ew ê nerazîbûnên xwe berdewam bikin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Ekrem Salih ji Qamişloyê diyar kir, rageşiya li ser sîstema perwerdeyê di navbera rêveberiya herêmî û hikûmeta navendî de bandoreke rasterast li ser paşeroja hezaran xwendekaran dike.