Herêma Kurdistanê û welatên erebî tekezî li ser parastina ewlehiya navçeyê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dizeyî civîneke serhêl ligel nûnerên dîplomatîk ên welatên erebî li Herêma Kurdistanê pêk anî. Civîn bi beşdariya konsulên welatên Misir, Urdin, Fîlestîn, Îmarat, Kuveyt, Erebistana Siûdî û Qeterê hat birêvebirin.
Di destpêka civînê de, Safîn Dizeyî spasî û rêzgirtina Hikûmeta Herêmê gihand wan welatan ji bo helwestên wan ên berpirsiyarane di şermezarkirina wan êrişên ku li ser saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê hatibûn kirin.
Safîn Dizeyî ragihand: "Êrişên vê dawiyê ne tenê ji bo têkdana ewlehiyê bûn, belkî armancên wan ên siyasî li pişta wan hebûn, ji ber ku baregehên Serokê Herêmê û Serokê Hikûmetê kiribûn armanc."
Berpirsê Têkiliyên Derve tekez kir ku Herêma Kurdistanê bi heman awayî her êriş û destdirêjiyeke ku li ser welatên Kendavê û herêmên erebî bê kirin şermezar dike. Herwiha tekezî li ser giringiya parastina serwerî û axa wan welatan wekî beşek ji ewlehiya herêmê kir. Her wiha diyar kir ku Herêma Kurdistanê piştgiriya her hewldanekê dike ji bo kêmkirina rageşiyan û pêkanîna aştiyê.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Safîn Dizeyî hêvî xwast ku di zûtirîn dem de tevahiya karmendên konsulxaneyan vegerin Herêma Kurdistanê û ragihand: "Hebûna we li vir sedemeke sereke ye ji bo bihêzkirina têkiliyên me yên siyasî, aborî û çandî ku dîrokeke kûr di navbera me de heye."
Ji aliyê xwe ve, nûnerên dîplomatîk ên welatên erebî careke din piştgiriya xwe ji bo ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê tekez kirin. Wan diyar kir ku bi giringiyeke mezin li têkiliyên xwe yên ligel Herêm û Iraqê dinêrin. Herwiha tekez kirin ku divê diyalog bibe bingeha çareserkirina hemû pirsgirêk û pevçûnan.
Di dawiya civînê de, dîplomatkarên ereb spasiya destpêşxeriya Fermangeha Têkiliyên Derve kirin ji bo afirandina vê derfeta diyalogê û hêsankariyên wan ên berdewam ji bo nûnertiyên navdewletî li Herêma Kurdistanê.