Hewlêr mêvandariya korbendeke aborî ya navdewletî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi sedan bazirgan û veberhêner li Hewlêrê ji bo beşdarbûna di korbendeke aborî ya hevbeş de dicivin; armanca wê jî bihêzkirina peywendiyên bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Azerbaycanê de ye, bi taybetî bi rêya bejayî.
Amadekariyên ji bo organîzekirina Korbenda Aborî û Veberhênanê ya di navbera Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Azerbaycanê de li Hewlêrê dest pê kirine.
Endamê Odeya Bazirganî û Pêşesaziyê ya Hewlêrê Îbrahîm Axa Gerdî ji Kurdistan24ê re ragihand, biryar e korbend di 20î vê mehê de li Hewlêrê birêve biçe. Armanca wê, pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî yên her sê aliyan e.
Îbrahîm Axa Gerdî diyar kir jî, di korbendê de 130 kes ji parêzgehên navîn û başûrê Iraqê û Herêma Kurdistanê beşdar dibin, ligel nêzîkî 150 kes ji bazirgan û xwediyên kompaniyên Tirkiye û Azerbaycanê.
Endamê Odeya Bazirganî û Pêşesaziyê ya Hewlêrê tekez kir ku Herêma Kurdistanê hewl dide bi rêya vê korbendê, asta pevguhartina bazirganiya bejayî ligel Azerbaycanê zêdetir bike. Gerdî herwiha got: "Rêya bejayî ya di navbera Herêma Kurdistanê û wî welatî de tenê heft saet e û em dikarin di paşerojê de bazirganiyê bêtir pêş bixin."
Di heyama borî de peywendiyên bazirganî û dîplomatîk ên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Azerbaycanê de bi awayekî berçav geş bûne, bi taybetî piştî çendîn serdanên fermî yên berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê ji bo Bakuyê û civîna ligel Serokkomarê wî welatî.
Di heman demê de Tirkiye wek mezintirîn hevbeşê bazirganî yê Herêma Kurdistanê û Iraqê dimîne û qebareya pevguhartina bazirganî ya di navbera wan de salane digihêje çendîn milyar dolaran.