Parastina Sivîl a Dihokê: Îsal zêdetir ji 2 hezar bûyerên şewatê hatine tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Parastina Sivîl a Dihokê amarên 8 mehên destpêka sala 2026’an aşkere kirin. Li gorî daxuyaniyê, di vê demê de zêdetirî 2 hezar û 300 bûyerên şewatê çêbûne û 6 kesan jî di avê de canê xwe ji dest daye.
Berdevkê Parastina Sivîl a Dihokê Bijar Sefer 1’ê Îlona 2026’an ji peyamnêrê Kurdistan24’ê re ragihand, ji 1’ê Çileya 2026’an heta 31’ê Tebaxa 2026’an, li sînorê parêzgeha Dihokê 2 hezar û 320 bûyerên cuda yên şewatê hatine qeydkirin. Di encama van şewatan de, mixabin 15 welatî birîndar bûne û ziyanên mezin ên madî û jîngehî çêbûne.
Berdevkê Parastina Sivîl diyar kir, di heman heyamê de, 6 kesan di çem û hewzên avê de jiyana xwe ji dest dane. Lê belê tîmên rizgarkirinê bi ser ketine ku 5 kesên din ji xetereya xeniqînê û şewatê rizgar bikin.
Li gorî amaran, tîmên Parastina Sivîl tenê 35 welatî li herêmên çiyayî ji nav berfê rizgar kirine. Ev kes piştî ku asê mabûn û nekarîbûn vegerin malên xwe, bi hewara tîman hatin rizgarkirin.
Parêzgeha Dihokê ji ber hebûna çemên mîna Zêyê Mezin û Xabûrê û navçeyên geştiyarî, havînan bala gelek geştiyaran dikişîne. Ev yek dibe sedem ku bûyerên xeniqînê zêde bibin, nexasim li wan cihên ku melevanî lê qedexe ye.
Ji aliyekî din ve, ji ber hişkesalî û bilindbûna germahiyê, havînan şewata daristan û pûş zêde dibe. Zivistanê jî ji ber berfeke zêde, gelek kes li çiyayan asê dimînin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Rêveberiya Parastina Sivîl bang li welatiyan kir ku ji bo parastina can û malên xwe, pabendî rênima û hişyariyan bin.