Mesrûr Barzanî û Mihemmed bin Zayid parastina ewlehiya deverê tekez kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek li ser civîna Mesrûr Barzanî û Mihemmed bin Zayid Al Nehyan li Ebû Dabiyê belav kir, û tê de ragihand ku her du aliyan êrîşên li ser Îmaratê şermezar kirine û tekez li ser parastina ewlehiya deverê kiriye.
Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê, ragihandinek belav kir û tê de amaje da ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê li bajarê Ebû Dabiyê ligel Serokê Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî Mihemmed bin Zayid Al Nehyan civîya.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku di wê hevdîtinê de, ku Cîgirê Serok û Serokwezîrê Îmaratê û Hakimê Dubayîyê Şêx Mihemmed bin Raşid Al Mektûm jî amade bûbû, her du aliyan êrîşên van dawiyan ên li ser Îmaratê şermezar kirin û pêdivîtiya parastina aramî û ewlehiya deverê tekez kir.
Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî daye ku wan tekez li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de û berfirehkirina hevkarî û hevahengiya di navbera wan de di kertên cuda cuda de kir.
Di pareka din a wê hevdîtinê de, pêşveçûn û guhartinên dawiyê yên deverê hatin nîqaşkirin.
In Abu Dhabi, I discussed with my brothers HH Sheikh @MohamedBinZayed and HH Sheikh @HHShkMohd developments in the region.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) September 1, 2026
We condemned the recent attacks on the UAE and stressed the need to maintain peace and stability.
We also agreed to further expand on the partnership… pic.twitter.com/x0suBMrPUI