Li Ranyayê dîdara "Gulezer" a helbest û wêjeya jinan dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hola Rewşenbîrî ya Ranyayê xebatên, îro 2ê Îlona 2026’an, Duyemîn Dçdara Helbest û Wêjeyê ya bi navê "Gulezer" dest pê kirin. Dîdara ku ji aliyê Rêveberiya Roşenbîrî û Hunerî ya Raperînê ve tê birêvebirin, armanc dike ku bibe platformek ji bo deng û berhemên nivîskar û helbestvanên jin.
Helbestvana beşdar Îman Yadewar, derbarê girîngiya vê didarê de ji Kurdistan24’ê re axivî û diyar kir, ev civîn fersendek e ku nivîskar li ser ezmûnên xwe nîqaş bikin û berhemên xwe pêşkêş bikin.
Herwiha Yadewar got: "Em wekî jinên helbestvan, bi riya deq û xwendina helbestên xwe, cîhana xwe ya taybet wêne dikin; cîhanek ku tê de hest, xiyal û ezmûnên jiyanê bi hunera ziman re dibin yek."
Îman Yadewar destnîşan kir, girîngiya vê dîdarê ne tenê di xwendina helbestan de ye, lê belê di komkirina jinên ji bajarên cuda û parvekirina ezmûnan de ye.
Yadewar herwiha got: "Kombûna helbestvanan di bin banekî de, dikare di pêşerojê de bibe destpêka projeyên edebî yên hevbeş. Armanca me xizmeta ziman û edebiyata Kurdî û berfirehkirina qada nivîsandinê ye. Ez hêvî dikim ku ev dengê jinê bandorekê li ser nêrîna civakê jî bike; ji ber ku wîje ne tenê deq e, amûra guhertina bîrûbaweran e."
Di didarê de bal hat kişandin ser vê yekê ku jinan di dîroka wêjeya Kurdî de berhemên girîng dane, lê divê ev deng herdem zindî bimîne. Hat gotin ku ev celeb çalakî rê li ber helbestvanên nû vedike ku berhemên xwe bidin naskirin û têkiliya di navbera helbestvan û xwendevanan de xurtir dike.