Sûka Înê ya Tesbîhan li Kirmaşanê bûye navenda huner, dîrok û debara jiyanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Kolana Asingeran li bajarê Kirmaşanê sibehên hemî rojên Înê dibe navenda kombûna evîndarên hunerekî kevnar. 'Sûka Înê ya Tesbîhan', ku ev gelek sal in navdar bûye, ne tenê cihê bazirganiyê ye; belku pêşangeheke zindî ya hinardekirina madeyên xav û çêkirina destên tesbîhên buha ji aliyê hostayên deverên cuda cuda ve ye. Di vê raportê de, em dê biçin nav kûrahiya vê sûkê û guhdariya çîroka nirx û cûnên kêmpeyda yên tesbîhan bikin.

Li Kolana Asingeran a Kirmaşanê, rojên înê sibehên zû livûtevgereke cuda dest pê dike. Ev sûka ku bi "Sûka Înê" tê nasîn, ev gelek sal in ku bûye cihê komkirina tesbîhên kêmpeyda, ji wan yên bi destan hatine çêkirin.

Di nav vê sûkê de, tenê kirîn û firotin nayê kirin belku hunerê çêkirina tesbîhan jî pareka sereke ya karî ye. Hostayên deverên cuda cuda yên wekî Bokan, Tevrêz, Qurwe û Kirmaşanê, madeyên xav ku piraniya wan ji Tirkiye û welatên din tên anîn, dikin tesbîhên buha.

Cûn û kalitiya tesbîhan nirxê wan diyar dike. Di demekê ku hin tesbîh bi nirxekî guncayî bi dest dikevin, lê cûnên kêmpeyda yên wekî kehrubaya resen jî, nirxê wan digehe astekî xeyalî.

Sûka Tesbîhan a Kirmaşanê têkeleyek e ji huner, dîrok û debara jiyana bi sedan malbatan, ku wan kariye di vê qonaxê de vê pîşeya kevn biparêzin û pêş bixin.