Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dema qeyûm hat dirêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, dema erkê qeyûmê ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû erkdarkirin, 2 mehên din dirêj kir.

Piştî ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di 4’ê Mijdara 2024’an de ji erkê xwe hat dûrxistin û li şûna wî Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun wekî "rêvebirê şaredariyê" (qeyûm) hatibû erkdarkirin, biryareke nû hat girtin.

Li gorî qanûnê, dema wezîfedarên ku wekî qeyûm tên erkdarkirin her du mehan carekê ji nû ve tê nirxandin. Di vê çarçoveyê de, Wezareta Karên Navxwe piştî nirxandina dawî, biryar da ku dema wezîfeya Tuncay Akkoyun a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 2 mehên din were dirêjkirin.