Hewlêr û Bexda li ser pişka Herêma Kurdistanê di budceya 2027ê de civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Di civîneke hevpar a navbera şandên darayî yên Hewlêr û Bexdayê de bi serpereştiya Wezîrê Darayî yê Iraqê, danûstandinên erênî li ser pişka Herêma Kurdistanê di budceya 2027ê de hat kirin û soz hat dan ku pirsgirêka mamosta û fermanberên girêbest di projeqanûnê de bê çareserkirin.
Civîna hevpar a şanda darayî ya Herêma Kurdistanê ligel şanda darayî ya hikûmeta Iraqê bi serperiştiya Wezîrê Darayî yê Federal Falih Sarî, piştî sê saetan bi dawî hat. Di wê civînê de, danûstandinên erênî û avaker li ser pişka Herêma Kurdistanê di projeqanûna budceya giştî ya federal bo sala 2027ê de hat kirin.
Endamekî wê şandê ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand: "Di wê civînê de Wezîrê Darayî yê Federal soz da ku di projeqanûna budceya sala 2027ê de, ew bizavê bikin ku çarenivîsa fermanber û mamostayên girêbest ên Iraqê û Herêma Kurdistanê yekalî bikin û bibin herdemî."
Wî endamê şandê bal kişand ser wê yekê jî ku di projeqanûna nû ya budceyê de xala girêdayî bilindkirina pileyên fermanberan tê de heye û fermanberên Herêma Kurdistanê jî dê ji vî birayarê feydeyî werbigirin.
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, li roja Şemiyê dê dest bi nivîsîna reşnivîsa projeqanûna budceyê bê kirin, ji bo ku heta 15ê vê mehê bê amadekirin û bo Encûmena Wezîran a Federal bê şandin.
Piştre Encûmena Wezîran a Iraqê dê mehekê dem hebe ku karên wê projeqanûnê bi dawî bîne, daku piştî pejirandina wê, di Cotmehê de ji parlamentoyê re bê şandin.