Gefa nemanê li ser hejmareke canewerên kûvî yên Kurdistanê heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber cihê wê yê cografî û deverên wê yên çiyayî yên balkêş, Herêma Kurdistanê bo cihêrengiya giyanewerên kûvî yek ji deverên herî dewlemend ên Rojhilata Navîn e; lê guherîna keşûhewayê û aloziyên çekdarî metirsiyeke mezin li ser jîngehê çê kirine. Parastina van giyaneweran ne tenê parastina bedewiya siriştê ye, belkî erkekî exlaqî û neteweyî ye bo parastina hevsengiya sîstema jîngehê.
Niha li Herêma Kurdistanê gelek cûnên giyanewerên kûvî hene. Hinek ji wan ji ber guherînên jîngehî û keşûhewayê di bin metirsiya nemanê de ne û hejmara wan bi awayekî berçav kêm bûye. Ji wan jî: Pilingê Kurdî ku wekî yek ji kêmwênetirîn cûnên pilingan li cîhanê tê dîtin û sembola kûvîbûna siriştê Kurdistanê ye û li devera Barzan hatiye dîtin, her weha hirça qehweyî, rûviyê sor, sivoreyê biçûk, kervûşk, gur, kemtyar û gelek cûnên dî yên giyanewer û balindeyên kûvî, sirişt û jîngeha Herêma Kurdistanê bi vê sermayeya neteweyî dewlemend kiriye û xemilandine.
Şarezayên jîngehê tekez dikin ku mana giyanewerên kûvî garantiya berdewamiya zincîra xwarinê û parastina giya û daristanan e. Her zîndewerek di jîngeha Kurdistanê de roleke girîng dilîze; bo nimûne giyanewerên nêçîrvan rêyê li belavbûna nexweşiyan di nav giyanewerên dî de digirin, û balinde jî rolê sereke di veguhastina tovên giyayan û nûbûna siriştê de dibînin.
Di vî warî de, Berpirsa Pişka Jîngeha Siriştî li Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê Solîn Sadî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Bizavên parastina jîngeha Herêma Kurdistanê û bicihanîna lihevkirinnameya navdewletî ya 'CITES' hatine zêdekirin." Wê ron jî kir ku her toreke bazirganiya giyanewerên kûvî bêyî bawernameya fermî wekî neqanûnî tê hejmartin û dê rûbirûyî qanûnê bibe.
Di derheqa rewşa jiyana kûvî de, Solîn Sadî hişyarî da ku gelek cûnên kêmwêne yên wekî piling û cakwaran di bin metirsiya nemanê de ne. Tekez jî kir ku rênimayîyên tund bo nêçîrvaniyê hatine derxistin û divê nêçîrvanan destûriya fermî hebe, nexwe her tevgerek dê wekî binpêkirin bê tomarkirin.
Ji aliyekî din ve jî, Berpirsa Pişka Jîngeha Siriştî bal kişand ser bandorên wêranker ên guherîna keşûhewayê û şeran li ser sîstemên jîngehê û ragihand: "Bilindbûna pileya germê, hişkesalî û şewitîna daristanan jîngeha siriştî têk didin. Her weha şer û pevçûnên çekdarî bi rêya bombebaranan, avaakirina bingehên leşkerî û pîsbûna ax û avê bi madeyên kîmyawî, zirarên rasterast û demdirêj gihandine jîngehê."