Qamişlo: Ji ber nirxên nû yên saetên empêran, bajar di tariyê de ma
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Rêveberiya Herêma Qamişlo nirxên nû yên ampêrên elektrîkê aşkere kirin, xwediyên jenertoran jenertorên xwe vemirandin û elektrîka taxan bi temamî birîn. Niha Qamişlo û gelek bajarên parêzgeha Hesekê di nava tariyê de ne.
Li gorî zanyariyan, piştî ku "mazota xizmetguzariyê" (mazota bi piştgirî) hat rawestandin. Rêveberiya Herêma Qamişlo lîsteyeke nû ya nirxan belav kir, da ku xwediyên jenertoran li gorî wê kar bikin, lê xwediyên jenertoran dibêjin ev nirx lêçûnên wan dernaxe û dibe sedema ziyanê.
Nirxên Nû yên Fermî Çawa ne?
Li gorî biryara Rêveberiya Devera Qamişlo, divê nirxê ampêran bi vî rengî be:
- 4 demjimêr: 70.000 lîreyên Sûrî (5 dolar)
- 8 demjimêr: 140.000 lîreyên Sûrî (10 dolar)
- 16 demjimêr: 280.000 lîreyên Sûrî (20 dolar)
- 20 demjimêr: 350.000 lîreyên Sûrî (25 dolar)
Xwediyên jenertoran ne razî ne
Xwediyên jenertoran dibêjin, ev nirxên hatine diyarkirin kêm in û ew nikarin bi vî nirxî elektrîkê bidin welatiyan. Ji ber vê yekê, wan jeneratorên xwe vemirandin û rawestiyane.
Li gorî zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, niha di navbera rêveberiyê û xwediyên jenertoran de civînê de ne, welatî di nava vê krîzê de li benda çareseriyê ne.