Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê ji binemala Nezîfe Reşîd Beg re xwest

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawiyê ya Nezîfe Reşîd Beg Siyamensûrî behînameyek belav kir û sersaxî ji binemal û kesûkarên wê re xwest.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê îro Înî, 4ê Îlona 2026ê, behînameya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawiyê ya Nezîfe Reşîd Beg Siyamensûrî belav kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Bo koça dawiyê ya Xudêjêrazî xatûn Nezîfe Reşîd Beg Siyamensûrî, hevjîna şehîd Mela Ezîz Siyamensûrî, ez sersaxiyê ji binemal û kesûkarên wan ên rêzdar re dixwazim, ez hevparê xema wan im.

Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û sebir û hedarê bide hemiyan.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

2026/9/4