Qamişlo: Lêçûna amperê di saetê de 1.25 dolar hat diyarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Herêma Qamişlo derbarê buhabûna sotemeniyê, bandora wê ya li ser karê jeneratoran û rewşa elektirîka giştî de ragihand, karên wan ji bo zêdekirina saetên elektrîkê berdewam dikin.

Rêveberiya Herêma Qamişlo îro 5ê Îlonê li avahiya rêveberiyê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de bandora biryarên dawî yên derbarê "yekkirina bihayê sotemeniyê" û rewşa elektrîk û jeneratorên bajêr hatin nirxandin.

Rêveberiya Qamişlo diyar kir, piştî biryara yekkirina bihayê sotemeniyê li seranserê axa Sûriyeyê, piştgiriya li ser mazota jeneratoran hat rakirin. Ev yek bû sedem ku gelek jenerator rawestin û welatî di tariyê de bimînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, komîteyeke hevbeş a ji Daîreya Elektrîkê û ya Sotemeniyê hatiye avakirin û lêkolînek hatiye kirin. Li gorî encamên vê lêkolînê, lêçûna herî kêm a saeteke karê jeneratoran gihîştiye 1 dolar û 25 sentan. Rêveberiyê destnîşan kir ku ev lêçûn ji şiyana darayî ya welatiyan pir zêdetir e, lewma wan ji bo çareseriyeke bilez, nameyek ji Parêzgarê Hesekê re şandine.

Ji aliyê din ve, Berpirsê Daîreya Elektrîkê ya Qamişlo Baqî Ehmed derbarê elektirîka niştimanî de diyar kir, kehreba niştimanî bi giştî kêm e, lê wan %90ê karên nûjenkirina torên xerabûyî qedandine.

Baqî Ehmed got: "Em niha hewl didin 'hêla şeşem' ji Bendava Tebqayê bikişînin Hesekê û paşê bigihînin Qamişlo. Hêza vê xetê 50 heta 55 megawatt e. Ger ev xet bigihîje bajêr, em ê karibin rojane du saetên din elektrîkê zêde bikin."

Ehmed herwiha da zanîn ku ew di peywendiyê de ne ku hêleke din ji Reqayê ber bi Mebrûka, Hesekê û Qamişlo ve bikişînin, da ku pirsgirêka kêm-elektrîkê ya li herêmê bi awayekî berçav were çareserkirin.