Dest bi hinardekirina genimê cotkarên Kurdistanê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ragihand, rêkarên hinardkirina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê bidawî bûne û di vê hefteyê de ev pêvajo dê dest pê bike. 

Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî îro 5ê Îlonê ji Kurdistan24ê re ragihand, ew kompaniyên ku erkê hinardkirina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê bo derveyî welat li ser milê wan e, rêkarên xwe yên îdarî bidawî anîne û biryar e ku di vê hefteyê de dest bi pêvajoyê bikin. 

Mihemed Şukrî herwiha got, birê wî genimê ku dê bê hinardekirin, 245 hezar ton e. Di heman demê de birê 200 hezar ton genim li cem her du kompaniyên Xoşnaw û Qeywan dimîne, ji bo ku ji bo pêdiviyên navxweyî bê bikaranîn. 

Di werza dirûnê ya sala 2026an de, ji ber piraniya berhemê genimê cotkarên Herêma Kurdistanê û diyarikirina pişkeke kêm ji aliyê hikûmeta federal ve ji bo wergirtina wî berhemî, birekî zêde ji genimê cotkaran li derveyî sîloyan ma. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û rêgirtina li zirara cotkaran, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, çend kompaniyên navxweyî yên wekî Xoşnaw û Qeywan hatin erkdarkirin ji bo kirîna genimê mayî. 

Kompaniyan her toneke genim bi bihayê 400 hezar dînar ji cotkaran kirî. Paşê hikûmeta Herêma Kurdistanê hevahengî kir ji bo ku beşek ji wî genimî ji bo dabînkirina ewlehiya xurekê li navxwe bimîne û beşa din jî bi armanca dîtina bazara nû, bo derveyî welat bê hinardekirin.