Roja yekê ya şîna Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Sibeha îro Yekşemê, 6ê Îlona 2026ê, roja yekê ya şîna Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî li devera Barzanê bi rê ve diçe û Serok Barzanî ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê tê de amade ne.

Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi dehan berpirsên hikûmî û partî tevlî vê şînê bûne.

Serok Barzanî li roja Înê, 4ê Îlona 2026ê, di peyamekê de koça dawiyê ya birayê mezin ê malbata xwe, Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihandibû. 

Serok Barzanî di wê peyamê de eşkere kiribû ku Xudêjêrazî neviyê rêberê neteweyî û dînî Şêx Ebdulselam Barzanî bû û di nav malbatê de mînaka dîndarî, Xudêperestî, xêrxwazî û kesatiyekî diyar û mezin bû.