Prof. Dr. Husên Bektaş sersaxiyê ji Malbata Barzanî re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komîteya Zanistî ya Kongra Bijîşkên Kurd/Kurdistan Prof. Dr. Husên Bektaş di peyamekê de bo Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hevxemiya xwe bi germî bo koça dawiyê ya Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihand.
Peyama Serokê Komîteya Zanistî ya Kongra Bijîşkên Kurd/Kurdistan
Birêz Cenabê Serok Mesûd Barzanî,
Birêz Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî,
Birêz Cenabê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî,
Birêz Endamên Malbata Barzanî,
Bi hestên xemgîn û dilekî tijî rêz û hurmet, dixwazim sersaxiya xwe ya germ ji bo we û hemû endamên malbatê, ji ber koça dawî ya dilovan Birêz Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî pêşkêş bikim.
Di vê demeke xem û jana giran de ji we û hemû kesên ku wî nas dikirin re sebir û hêza dilî dixwazim. Bira cîhê wî bihîşt be.
Ji bo we û malbata birêz Barzanî, serbestî û aramiyê dixwazim û sersaxiya xwe ya herî germ dubare dikim.
Bi rêz û hurmet,
Prof. Dr. Husên Bektaş
Serokê Komîteya Zanistî ya Kongra Bijîşkên Kurd/Kurdistan
(Kongra Tenduristiya Mezopotamyayê)