Li Akrê Sêyemîn Festîvala Berhemên Navxweyî tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya bi sedan cotkaran û bi armanca danasîna berhemên herêmî û geşepêdana geştiyariyê, li navçeya Akrê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, amadekariyên sêyemîn "Festîvala Berhemên Navxweyî" tên kirin.

Rêveberê Çandiniyê yê Akrê Fazil Mistefa ji Kurdistan24ê re ragihand, di çend rojên pêş de sêyemîn Festîvala Berhemên Navxweyî li Akrê dest pê dike. Di festîvalê de, dê gelek cureyên berhemên çandiniyê yên cotkarên deverê werin nîşandan.

Fazil Mistefa diyar kir, ev festîval bi piştgiriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi çavdêriya Parêzgarê Dihokê tê lidarxistin. Herwiha rêveberiyên Geştiyarî û Rewşenbîrî yên Akrê serperiştiya amadekariyên teknîkî û hunerî dikin.

Li gorî agahiyan, festîvala îsal ji salên borî berfirehtir e û zêdetirî 100 kon ji bo cotkaran hatine amadekirin, da ku berhemên xwe tê de pêşkêş bikin. Tê çaverêkirin ku festîval di navbera 3 heta 5 rojan de berdewam bike.

Rêveberê Çandiniyê destnîşan kir, armanca sereke ya vê çalakiyê xizmetkirina cotkaran e, da ku karibin berhemên xwe di bazara navxweyî de bidin naskirin û bifiroşin. Her wiha ev mîhrîcan dibe sedemek ku hejmareke mezin a geştyaran berê xwe bidin navçeyê, ku ev jî aboriya herêmê geş dike.

Navçeya Akrê bi axa xwe ya berekêt û çavkaniyên xwe yên ava paqij tê naskirin. Akrê bi taybetî di berhemanîna hejîr, tehîn, hinar û simaqê de navdar e.

Salane bi hezaran ton ji van berheman, bo bazarên Herêma Kurdistanê û parêzgehên naverast û xwarê yên Iraqê tên şandin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya plana xwe ya pirengkirina aboriyê de, giringiyeke taybet dide sektora çandiniyê ya Akrê û hewl dide van berheman hinardeyî derveyî welat jî bike.