Mezintirîn pêşangeha navdewletî ya xanûberan li Hewlêrê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Mezintirîn Pêşangeha Navdewletî ya Xanûberan bi beşdariya bi sedan kompaniyên navxweyî û biyanî, siba 8ê Îlona 2026an li Hewlêrê deriyên xwe li ber mêvanan vedike.

Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî ji Kurdistan24ê re ragihand, di pêşangehê de zêdetirî 250 kompanî ji 16 welatên cuda yên cîhanê amade ne. Di nav welatên beşdar de Tirkiye, Îran, Îmarat, Erebistana Siûdî, Almanya, Çîn, Îtalya, Yûnanistan û Îspanya hene. Tê çaverêkirin ku pêşangeh 3 rojan berdewam bike.

Dr. Mihemed Şukrî destnîşan kir, armanca sereke ya pêşangehê, nîşandana projeyên niştecîbûnê ye. Welatî dikarin bi awayekî rasterast bi nûnerên kompaniyan re bicivin û xaniyên ku dixwazin bi awayê qist an jî bi pereyên kaş hilbijêrin.

Herwiha ev pêşangeh ji bo bazirgan û veberhêneran dibe platformek, da ku girêbestên hevpar îmze bikin û sermayeya biyanî bikişînin nav Herêma Kurdistanê.
Yek ji xalên giring ên vê pêşangehê, dabînkirina derfetên kar e. Serokê Desteya Veberhênanê diyar kir ku di salên borî de gelek ciwan û pisporan di vê pêşangehê de kar dîtine. Welatiyên ku li kar digerin, dikarin dema serdana pêşangehê kurtejiyana xwe (CV) bidin kompaniyan, da ku di projeyên nû de cih bigirin.

Pêşangeha Navdewletî ya Xanûberan li Hewlêrê, wekî yek ji bûyerên aborî yên herî giring tê qebûlkirin. Di salên dawî de bajarê Hewlêrê di sektora avahîsazî û xanûberan de geşepêdaneke berçav û lez bi xwe ve dîtiye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya qanûnên veberhênanê hêsankariyên mezin ji bo sermayedarên navxweyî û biyanî dike. Ev cure pêşangeh ne tenê bazara kar geş dikin, lê di heman demê de teknolojiyên herî nû yên avahîsaziyê û dîzaynên serdemane yên cîhanî tînin herêmê.

Salane bi hezaran kes serdana vê pêşangehê dikin û li gorî amaran, di nava van çend rojan de gelek girêbestên mezin tên îmzekirin û bi sedan yekeyên nîştecîbûnê tên firotin.