Agirekî berfireh bi daristanên sê parêzgehên Tirkiyeyê ketiye
Navenda Nûçeyan (K24) – Agirekî berfireh bi daristanên parêzgehên Antalya, Edene û Mêrsînê ketiye. Di encamê de ziyaneke mezin gihîştiye qadên daristanî û xaniyan, herwiha bi hezaran welatî neçar mane ji malên xwe derkevin.
Tîmên vemirandina agir li Tirkiyeyê bênavber hewl didin çar agirên cuda yên li daristanên her sê parêzgehan kontrol bikin. Li gorî zanyariyên destpêkê, agir ziyaneke mezin gihandiye rûberên kesk, xanî û binesaziya rêyan û bûye sedema valakirina bi sedan malan.
Li parêzgeha Antalyayê agir li navçeyên Aksu, Kepez û Kumlucayê belav bûye û gihaye nav gund û taxên xelkê. Ji ber vê yekê, ziyan gihaye bi dehan xaniyan û ji ber zêdebûna metirsiyê, rêya serekî ya di navbera Antalya û Ispartayê de ji çûnûhatinê re hatiye girtin.
Ji ber nêzîkbûna pêtên agir ji cihên niştecîhbûnê, zêdetirî 255 xanî û cihên xwedîkirina sewalan hatine valakirin û elektrîka zêdetirî 2 hezar malan hatiye birîn.
Li parêzgeha Edeneyê agir li navçeya Kozanê dest pê kir û piştre derbasî navçeyên Aladag û İmamogluyê bû. Di encama vê şewatê de heta niha zêdetirî 130 hektar qada daristanê bûye xwelî û zêdetirî 40 mal hatine valakirin.
Li navçeya Bozyaziyê ya ser bi parêzgeha Mêrsînê ve jî agir bi daristanan ketiye. Rêveberiya Giştî ya Daristanan a Tirkiyeyê da zanîn ku bi dehan firoke, helîkopter û bi sedan karmend ji bo vemirandina vî agirî hatine seferberkirin.
Her çend li hin cihan şewat hinekî kêm bûbe jî, ji ber bayê bihêz agir li hin herêman zû belav dibe û hewldanên tîman ji bo kontrolkirina temamî ya agir berdewam dikin.