Li bakurê Îdlibê embareke çekan teqiya: Birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nêzîkî bajarê Sermede yê li gundewarê bakurê parêzgeha Îdlibê, di embareke çek û bermahiyên şer de teqînek rû da û di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.

Rêveberiya Ragihandin û Pêwendiyan a Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê ragihand, teqîn di depoyeke demkî de çêbûye ku ji bo komkirina çek û teqemeniyên mayî yên şer hatibû veqetandin. 

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di encama vê teqînê de hejmarek karmendên ser bi Wezareta Berevaniyê ve birîndar bûne û yekîneyên wan bi hevahengiya aliyên pêwendîdar re hewl didin cihê bûyerê kontrol û ewle bikin.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand, piştî bihîstina dengê teqînê, tîmên Parastina Sivîl û ambûlans tavilê ber bi cihê bûyerê ve bi rê ketin.

Hêzên ewlehiyê û tîmên rizgarkirinê li dora devera teqînê xebatên xwe didomînin, da ku rê li ber her metirsiyeke nû bigirin.