Hevahengiya nehênî ya Hûsî û milîsên Iraqî ya li dijî Siûdiyê aşkere dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Associated Pressê (AP) li ser bingeha çend çavkaniyên agahdar aşkere kir, ew êrîşa Tîrmeha borî ya li ser sazgehên petrolê yên Erebistana Siûdî, ji aliyê komên Iraqî ve û bi piştgiriya Tevgera Ensarullah a Hûsiyan hatiye kirin. Ev yek nîşaneya hewldaneke Îranê ye bi armanca pêkanîna xelekeke nû ya hêzên wekîl (proksiyan) ji bo gefxwarina li hevalbendên Amerîkayê yên li herêmê.

Li gorî rapora ajansê, di meha Tîrmehê de Erebistana Siûdî û Amerîkayê rêze-êrîşên asmanî birin ser bingehên komên çekdar ên li Iraqê; piştî ku ew kom ji êrîşa bi dronan a li ser du sazgehên petrolê yên Siûdiyê berpirsyar hatin dîtin, her çend berê Hûsiyan bi xwe ew êrîş li xwe girtibû.

Berpirsên herêmî ragihandine ku Hûsiyan di dariştina plan û bicihanîna êrîşa dronan de (ku du rojan dom kiribû) alîkariya komên Iraqî kiriye, ev jî asta nû ya hevahengiya leşkerî di navbera wan de nîşan dide. Du karbidestên Siûdî û berpirsekî payebilind ê ewlehiyê yê Iraqê piştrast kirin ku nûnerên Hûsiyan di nava odeyeke hevbeş a operasyonan de ku ji aliyê milîsên Iraqî ve dihat birêvebirin, cih girtine.

Şarezayên leşkerî diyar dikin ku Îran komên Iraqî û Hûsiyan bi kar tîne da ku gefan li Erebistana Siûdî û hevalbendên din ên Amerîkayê li Kendavê bi xwe, bi armanca ku nirx û lêçûna şerê ku Amerîka û Îsraîlê dane destpêkirin bilind bike.

Di rapora APê de hat destnîşankirin ku di encama bombebarana hevbeş a Siûdî û Amerîkayê de, herî kêm 20 çekdarên Iraqî, 6 şêwirmendên Îranî û berpirsekî Hûsiyan hatine kuştin. Mirina wî berpirsê Hûsî ku berê nehatibû aşkerekirin, ji aliyê rayedarên Hûsî û milîsên Iraqî ve hatiye piştrastkirin.

Li hember vê yekê, karbidestekî leşkerî yê Amerîkî nîgeraniya Washingtonê ji hebûna Hûsiyan li Iraqê û şiyana wan a pêkanîna êrîşan li ser welatên herêmê anî ziman. Lêbelê berpirsên Heşda Şeibî her cure tevlîbûna xwe di êrîşa li ser Siûdiyê de red kirin û gotin ku ti bingeheke Hûsiyan di bin çavdêriya wan de nîne.

Şirovekarê Koma Qeyranan a Navneteweyî Ehmed Nacî destnîşan kir ku şerê Xezeyê asoyeke nû li Iraqê ji bo Hûsiyan vekiriye, ji ber ku gelek kom li wir dixwazin piştevaniya wan bikin. Hûsiyan jî dest bi parvekirina ezmûnên xwe yên leşkerî bi komên Iraqî re kiriye, da ku zextê li ser Erebistana Siûdî çêbikin.

Pisporê Karûbarên Yemenê li Navenda Nû ya Amerîkayê Adam Baron da zanîn, Hûsî amade ne di demeke kurt de ziyanê bibînin, da ku destkeftiyên stratejîk ên demdirêj bidest bixin, mîna berfirehkirina desthilata xwe li ser peravên Deryaya Sor.

Pispor ji Zanîngeha Cambridge Elisabeth Kendall jî destnîşan kir ku Hûsî her tim bi zêdekirina êrîşan bersivê didin û şerekî nû dibe ku rê bide wan dest deynin ser navçeyên dewlemend ên enerjiyê li rojhilatê Yemenê. Kendall got ku Siûdî naxwaze rasterast bikeve şerekî nû ligel Hûsiyan, lê eger êrîş berdewam bikin, Riyad neçar dimîne bersiveke tund bide.