Serok Barzanî sersaxiyê ji Mîrê Êzdiyan re dixwaze

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî peyameka hevxemiyê belav kir û tê de sersaxî ji Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg re xwest, ji ber wexera dawiyê ya birazayê wî Harîwan Merwan Tehsîn Beg.

Peyama hevxemiyê ya Serok Barzanî bo Mîrê Êzdiyan

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzdiyan,

Bi xem û dilgiranî ve nûçeya koça dawî ya birazayê we Harîwan Merwan Tehsîn Beg gihişt me.

Bi vê helkefta xemgîn, ez sersaxiyê ji we û malbata Mîran re dixwazim û em hevparên xema we ne.

Ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku sebir û hedarê bide we û canê Xwedêjêrazî bi behişta berfireh şa bike.

 

Mesûd Barzanî

9ê Îlona 2026ê