Yekîtiya Hinarde û Hawirdekaran: Di Kabîneya Nehê de henardekirin zêde bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tayê Hewlêrê yê Yekîtiya Hinarde û Hawirdekarên Kurdistanê ragihand ku Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêngavên mezin di cihêrengkirina çavkaniyên dahatê û geşepêdana sêktorên cihêreng de avêtine, ku li gorî amarên fermî yên hikûmetê bi sedan hezar ton berhemên navxweyî bo derve hatine hinardekirin.
Serokê Tayê Hewlêrê yê Yekîtiya Hinarde û Hawirdekarên Kurdistanê Resûl Hacî Omer îro Çarşemê, 9ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyeke taybet de bo malpera Kurdistan24ê ragihand: "Di dema borî de Herêma Kurdistanê di warê lihevguhertina bazirganî de ligel welatên cîran û hikûmeta federal roleke berçav hebûye, û ji destpêka Kabîneya Nehê ve jî tekez li ser cihêrengkirina biyavê aborî di hemî sêktoran de hatibû kirin, wekî pîşesazî, çandinî û geştyariyê."
Resûl Hacî Omer herwesa got: "Li ber siya van bizavan, astekî gelek baş di berhemên navxweyî de hatiye bidestveanîn, bi taybetî di sêktora pîşesaziyê de ku parek ji keûpelên avadaniyê û di sêktora çandiniyê de jî gelek berhemên cihêreng bo derve hatine hinardekirin."
Di derheqa wan astengiyên ku hatine pêş, Serokê Tayê Hewlêrê yê Yekîtiya Hinarde û Hawirdekarên Kurdistanê ron jî kir ku di dema du heta sê salên borî de, ji ber aloziyên herêmî û arêşeyên navxweyî yên Îraqê, asta bazirganiyê hinekê sist bûye, herwesa ji aliyê hikûmeta Iraqê ve jî li bin navên cihêreng ên wekî sîstema ASYCUDAyê asteng bo bazirganên Herêma Kurdistanê hatine çêkirin û nikarin bi hêsanî kelûpelên xwe bo navend û başûrê Îraqê an jî bo derve bi rê bikin.
Resûl Hacî Omer tekez jî kir ku tevî hemî astengan jî, bazirganên Herêma Kurdistanê peywendiyên xwe yên bazirganî yên navdewletî bihêz hêlane, û ji aliyekî dî ve jî, her berhemekê pîşesazî yê navxweyî ku ji pêdivîtiya bazara Herêma Kurdistanê zêde bibe, berdewam bo parêzgehên navend û başûrê Îraqê tê birêkirin.
Ji bo bihêzkirina jêrxaneya xwarin û pîşesaziyê û piştgirîkirina berhemên navxweyî, Kabîneya Nehê bi dehan projeyên wekî saylo, kargeh, xaniyên plastîkî û embarên sarincê bi cih anîne, û herwesa hêsankarî bo dana bi hezaran destûriyan bo kompaniyan jî kiriye.
Di vê çarçoveyê de, karên çar sayloyan li Quştepe, Kelar, Roviya û Helebceyê hatine temamkirin û ketine di xizmeta cotkar û welatiyan de, û herwesa pênc sayloyên dî li parêzgehên Dihok, Zaxwo, Kifrî, Koye û Herîrê dihên çêkirin.
Herwesa berhemên cotkaran û yên kargehên navxweyî yên Kurdistanê bi rêjeyeke berçav bo navend û başûrê Îraqê hatine birêkirin, ku qebareya wan bi bi sedan tonan dihêt texmînkirin.
Herwesa ji bo cara yekê, bi dehan hezar tonên berhemên kargeh û cotkarên Kurdistanê, yên wekî birinc, simaq, tehîn, hinar, hingvin, sêv, kartol û gelek berhemên dî bo bazarên Kendavê û cîhanê hatine hinardekirin.