Di yekem roja Pêşangeha Veberhênana Xanûbereyan de 54 peyman hatin îmzakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di roja yekê ya destpêkirina xwe de, Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûbereyan livîneke bihêz a aborî û bazirganî tomar kir û li gorî amaran, zêdetirî şeş hezar kesan serdana wê kiriye û 54 peymanên bazirganî jî hatine îmzakirin.
Kompaniya “Invest Expo” îro Çarşemê, 9ê Îlona 2026ê, amarên roja yekê ya çalakiyên xwe belav kirin û tê de eşkere kir ku asta tevlîbûn û pêşwaziya xelkî û kompaniyan ji asta çaverêkirî zêdetir bûye, û ev jî nîşana hebûna baweriyeke bihêz e bo bazarî û berdewamiya pêşkeftina sêktora veberhênanê.
Li gorî amarên fermî yên wê kompaniyê, datayên roja yekê ya pêşangehê bi vî rengî bûn:
- Hejmara serdankeran: 6.440 kesan serdana pêşangehê kiriye.
- Tevlîbûna bazirganan: 263 xwedan kar, bazirgan û veberhênêr di pêşangehê de amade bûn.
- Peymanên bazirganî: 54 peymanên kirîn û firotinê bi rengekî fermî hatine îmzakirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê, 9ê Îlona 2026ê, heftemîn Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûbereyan li Hewlêrê vekir.
Karên Gera 7ê ya Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûbereyan:
- Bo dema çar rojan li parka Samî Ebdulrehmanê dihête birêvebirin.
- Nêzîkî 300 kompaniyên navxweyî û cîhanî ji 12 welatên cihêreng tevlî wê bûne.
- Ji aliyê kompaniya “Invest Expo”yê ve hatiye rêkxistin, bi piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Desteya Veberhênanê.
- Pêşkêşkirina derfetê û daşkandinên taybet, peydakirina livînê di nav bazara xanûbereyan de, û hêsankarî bo xwecihbûna malbatan.