Marco Rubio: Li hember her êrîşekê, Îran keştiyên xwe yên petrolê ji dest dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekezî li ser berdewamiya guvaş û dorpêça aborî ya li ser Îranê kir û ragihand, ew bawer nake ti aliyek ji aliyê leşkerî ve piştevaniya Tehranê bike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro 10ê Îlona 2026an di daxuyaniyekê de got: “Îran berdewam e li ser teqekirina keştiyên şer ên Amerîkayê, lê belê ew berdêla vê gavê bi jidestdana keştiyên xwe yên petrolê didin.” Herwiha diyar kir: “Wan nekariye keştiyên me bixin, lê şeva borî pênc keştiyên din ên petrolê jidest dan.”
Ev daxuyaniyên Rubio hevdem in ligel daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku pêştir dabû zanîn ku Washington dê êrîşên zêdetir li ser Îranê bike. Trump di heman demê de bal kişandibû ser wê yekê ku şerê li gel Îranê dê yekser piştî hilbijartinên meha Mijdara bê bidawî bibe.
Tundbûna van daxuyaniyan di demekê de ye ku rageşî û pevçûnên leşkerî yên di navbera her du welatan de dikevin meha xwe ya heftemîn û ti nîşaneyeke arambûnê lê xuya nake.