Planeke Supaya Pasdaran a ji bo kontrolkirina Tengava Bab el-Mendebê hat aşkerekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Hêzên Berxwedana Neteweyî li beravên rojavayê Yemenê aşkere kir, wan dest danîne ser belge û agahiyên pir girîng ên fermandarekî operasyonên Hûsiyan, ku tê de plana Supaya Pasdaran a Îranê ya ji bo kontrolkirina Tengava Bab el-Mendebê cih digire.

Ragihandina leşkerî ya Berxwedana Neteweyî da zanîn, ev plan di hundirê kompûtera desta (laptop) ya serkirdeyê navborî de hatiye dîtin. Hate diyarkirin ku ew berpirsê operasyonan ê Hûsiyan ji aliyê hêzên hikûmetê ve li beravên rojava hatiye girtin.

Li gorî dîmen û belgeyên ku ji aliyê kanala "El-Cumhûriye" ya ser bi Berxwedana Neteweyî ve hatine weşandin, nexşeyên leşkerî yên hatine desteserkirin çar qonaxên pêşveçûna çekdarên Hûsî ya ber bi Tengava Bab el-Mendeb û Hudeydeyê ve aşkere dike. Ev nexşe hemû plan û tevgerên leşkerî yên ku ji bo vî armancî hatibûn amadekirin bi hûrgilî nîşan didin.

Her wiha di planê de hatiye tekezkirin ku Supaya Pasdaran a Îranê, şerê li beravên rojavayê Yemenê wekî "şerê hebûnê" yê xwe dibîne.