Sebah Nûman: Me lihevkirin û hevahengiyên baş ligel Herêma Kurdistanê hene

Sebah Numan
Sebah Numan

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê ragihand ku roja 30ê Îlona bê jivanê bidawîhatina erkê hêzên hevpeymaniya navdewletî li Îraqê ye, herwesa dosyeya xebata li dijî madeyên hişbir û rêkxistina çekan jî wekî serpişka karên hikûmetê destnîşan kir.

Bidawîhatina erkê hevpeymanan û vekişandina hêzan

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebeh Numan îro Pêncşemê, 10ê Îlona 2026ê, di kongreyeke rojnamevanî de got: "Vekêşana hêzên biyanî bi lez berdewam e û roja 30ê Îlonê dê bibe jivanê dawiyê yê erkê hevpeymanan û operasyona “Ezim Selb”ê; ev yek jî wekî bersivekê bo îradeya hikûmetê û serweriya axa Îraqê dihêt, û rêka peywendiyên paşerojê ligel wan welatan piştî vekêşanê dihête diyarkirin."

Kontrolkirina çekan û amadeyiya hêzên ewlehiyê

Li ser pirsa çekan jî, Berdevkê Fermandarê Giştî tekez kir ku bi ti rengan rê li ber hebûna çekan li derveyî desthilata dewletê nayê dan û proseya rêkxistina çekan berdewam e. Herwesa da zanîn jî ku nîqaşên ligel serkirdeyên aliyan berdewam in û mercayiyet û serkirdeyên siyasî jî li ser komkirina çekan di destê dewletê de hevnerîn in. Numan tekez jî kir ku hêzên ewlehiyê bo peyketina paşmayên DAÎŞê û parastina ewlehiya welatî di amadebaşiya temam de ne.

Berhingarbûna madeyên hişber û hevahengiya ligel Herêma Kurdistanê

Di derheqa madeyên hişbir de jî, Sebeh Numan got: "Fermandarê Giştî vê pirsê wekî dosyeyeke stratejî dibîne û armanc jê gehiştine bi Îraqeke bê madeyên hişbir e." Herwesa hişyariya dawiyê da bazirgan û bikarîneran. Di heman demê de bal kişand ser civîna hevpar a ligel Pêşmergeyan û ragihand ku rênimayî bo radestkirina bilez a daxwazkiriyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de bêyî ti rotînekê hatine dan.

Çekdarkirin û berevaniya asmanî

Di biyavê çekdarkirina hêzan de, navborî eşkere kir ku Îraqê li ser rêberiya Fermandarê Giştî pêngavên mezin bo kirîna sîstema berevaniya asmanî havêtine û peymanên giring ligel welatên Amerîka, Koreya Başûr û Tirkiyeyê hatine îmzakirin.

Berhingarbûna gotara kerb û kînê

Di pareke dî ya gotinên xwe de hişyarî li ser belavkirina gotgotk û gotarên tayifegerî û kerbû kînê da û ragihand ku bi rênimayiyên desthilata dadweriyê û bi hevahengî ligel desteya ragihandinê, rêkarên gelek tund beranberî her kes û aliyekî ku zirarê bidin aştiya civakî dihên bicihanîn. Herwesa tekez kir ku hêzên ewlehiyê xwenîşanderan bi temamî diparêzin.

Parastina sinoran û PKK

Li dawiyê jî Numan tekez kir ku Îraq rêyê nade ku axa wê bo êrişkirina li ser welatên cîran bê bikaranîn û niha nîqaş ligel aliyê Tirkî berdewam in, li ser çarenivîsa çekdarên PKKê û derketina wan ji nav axa Îraqê.