Li Enqereyê Pêşangeha Çandiniyê hat vekirin; cotkar ji bihabûna lêçûnan bigazinc in
Enqere (K24) – Li Enqereyê 29emîn Pêşangeha Çandiniyê ya Navneteweyî hate vekirin. Di pêşangeha ku dixwaze cotkaran û kompanyayan bîne ba hev de, armanc zêdekirina bikaranîna teknolojiyê di warê çandinî û ajalvaniyê de ye. Lê belê cotkar bigazinc in ku ji ber ku berhemên wan bi erzanî tên firotin, hêza wan a kirînê kêm bûye û nikarin xwe li gorî teknolojiyê biguherînin.
29emîn Pêşangeha Çandiniyê ya Navneteweyî bi tevlîbûna kompanyayan û berpirsên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê bi merasîmekê li Enqereyê hate vekirin. Ji dronên dermankirin, tov û zibil heta alavên cuda cuda yên teknolojik ên çandinî û ajalvaniyê, ji makîneyên dirûn û dexlûdanan heta bi sedan cûreyên traktoran pêşangeh pêşwaziya cotkar û aliyên sektorê dike.
Berpirsê Kompanyaya “John Deree”yê Abdullah Mehmet Tanriverdî di vî warî de dibêje: “Em di çandiniyê de giringiyê didin teknolojiyê û em markaya John Deree difiroşin. Dema em bi amûrên teknolojîk kar dikin, lêçûnên me kêm dibin û berhemdarî zêde dibe.”
Abdullah Mehmet Tanriverdî eşkere jî dike: “Weke mînak, makîneya gubreyê DU CARAN heman cihî gubre nake û ev jî lêçûnan kêmtir dike. Traktorên me jî mezin in û axê ji bo çandiniyê baştir amade dikin. Ev traktorên me jî yên Alman in, ku nirxê wan ji 5 milyonan dest pê dike û heta 15 milyon lîreyê Tirkî diçe.”
Di pêşangehê de hate ragihandin ku li Tirkiyeyê 24 milyon zêviyên çandiniyê hene lê tenê çandin û çinîn têrê nake, ku divê di çandiniyê de teknolojî bi awayekî xurt bê bikaranîn, ku hilberîn zêde bibe. Cotkar jî didin zanîn ku kelûpel li gorî par ne biha ne lê ji ber ku mazot û zibil biha bûye û zadê wan bi erzanî tê firotin, nikarin tiştekî bikirin.
Cotkarek bi navê Muhterem Ozdemîr jî dibêje: “Ez li ser 1400 donim erd çandiniya genim, ceh, petîx, şebex û nokan dikim. Îsal zêde berhemên me bi xêr û ber bûn. Lê bihayên genim û ceh ku dewletê dan pir kêm bûn. Bihayê mazotê jî zêde ye. Beriya sê salan min nok bi 34 hezar lîreyan firotin, îro bûye 27 hezar lîre. Amûr û traktor ne biha ne lê berhemên me pere nakin û em jî nikarin xwe li gorî teknolojiyê biguherînin.”
Cotkar herwesa dibêje: “Zêdebûneke giran nîne lê hêza kirînê ya cotkar kêm e. Me par genim da bi 13 lîreyan, îsal me bi14.75 lîreyan firot. Me par gubre bi 22 hezaran kirî, îsal em bi 46 hezaran dikirin. Yanî ez dê sê kîlo genim bifiroşim da ez bikaribim kîloyek gubre bikirim. Makîneyek, traktorek piçûk bi 4-5 milyon lîreyê Tirkî ye, mazot bûye 90 lîre ku ji xwe em bi zehmetî berhemên xwe diçinin.”
Pêşangeh armanc dike ku kompanyayên sektora teknolojiyên çandinî û ajalvaniyê û cotkaran bîne ba hev ku hilberîn bê xurtkirina, û ev pêşangeh dê heta 13ê Îlonê berdewam bike.