Asta hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bilind bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Asta hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bilind bû û gehişte 180 hezar bermîlan di rojekê de, herwesa bi dehan hezar bermîlên petrola Kerkûkê jî li ser rêka boriyên Herêma Kurdistanê bo derve dihên birêkirin.
Çavkaniyekê îro Pêncşemê, 10ê Îlona 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku duhî Çarşemê, 9ê Îlona 2026ê, 180 hezar bermîlên petrola Herêma Kurdistanê bo derve hatine hinardekirin. Zêdebarî ku rojane 60 heta 70 hezar bermîlên petrola Kerkûkê bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê bo derveyî Îraqê dihên hinardekirin.
Wê çavkaniyê bal kişand ser hindê jî ku di pêştir ji ber metirsiyên ewlehiyê, kompaniyên berhemanîna petrolê ji Herêma Kurdistan derketibûn, lê ev demek e hemî kompanî vegeriyane û dest bi hinardekirina petrolê kiriye. Bi vî rengî jî hêdî hêdî hinardeya xwe ya rojane zêde kir û niha gehiştiye 180 hezar bermîlên petrolê di rojekê de.
Herwesa da zanîn jî ku di meha Tebaxê de hinardeya petrola Îraqê di rojê de gehişte du milyon û 250 hezar bermîlan. Ji ber vê sedemê, rewşa darayî ya Îraqê di mehên borî de baştir bûye. Pêşbînî jî kir ku eger rewş bi vî rengî berdewam bibe, asta hinardekirina petrolê dê zêdetir jî bibe.
Di dema borî de ji ber rewa ewlehiyê ya deverê, 3parek ji kompaniyên biyanî li Herêma Kurdistanê karmendên xwe vekêşabûn an jî asta berhemên xwe kêm kiribû, ji bo parastina selametiya tîmên xwe.
Ji aliyekî dî ve jî, aboriya Îraqê bi rêjeya zêdetir ji %90 pişta xwe bi firotina petrolê ve girê daye. Bilindbûna asta hinardekirina petrola Îraqê bo zêdetir ji du milyon bermîlan di rojê de bandoreke erênî ya rasterast li ser vejandina aboriya wî welatî û kêmkirina kurtanîna darayî dike. Ev yek jî wesa dike ku Hikûmeta Iraqê şiyanên zêdetir bo bicihanîna projeyên xizmetkarî û pêdana mafên darayî di dema xwe de hebin.