Abdulhamit Gul: Bikaranîna zimanê Kurdî wekî şîrê dayikê helal e

Abdulhamit Gul
Abdulhamit Gul

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) li Parlamentoya Tirkiyeyê li hişyariyê dide û radigihîne ku ew rêyê nadin proseya çareseriyê bê jehrîkirin û bikaranîna zimanê kurdî jî wekî mafekî siriştî û helal dibîne.

Cîgirê Serokê Fraksiyona Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partî) li Parlamentoya Tirkiyeyê Abdulhamit Gul di daxuyaniyekê de tekez kir ku bikaranîna zimanê kurdî wekî şîrê dayikê helal e û ew rêyê nadin ti aliyek proseya çareseriyê têk bide an jehrî bike.

Ev helwesta Gul di bersiva wan bertekên rojên borî de hat, ku ji ber belavbûna wêneyên çend tabloyên trafîkê bi her du zimanên Tirkî û Kurdî li Diyarbekirê çê bûbûn; ev yek jî bûbû sedema pêleke nerazîbûnê ji aliyê partiyên netewperest ve di navendên siyasî yên Tirkiyeyê de.

Cîgirê Serokê Fraksiyona AK Partiyê di hesabê xwe yê taybet ê tora civakî ya Xê de nivîsî ku armanca "Tirkiyeya Bê Teror", ku ji bo çareserkirina arêşeya nîv sedsala wî welatî hatiye diyarkirin, bihêztirîn lihevkirina civakî ye di dîroka wan a siyasî de û ji aliyê gel ve hatiye pejirandin. Amaje bi wê yekê jî da ku hin alî ji vê lihevkirinê nîgeran in û ketine pêşbirkê ji bo jehrîkirina wê proseyê bi nûçeyên nerast.

Gul ron jî kir ku belavkirina wêneyên tabloyên Diyarbekirê wekî destkeftiyekê nû tenê bizaveka têkderane ye, ji ber ku ev gelek sal in ku ew tablo li wî bajarî hene û êrîşkirina li ser wan bi wan behaneyan bikaranîn e. Tekez jî kir ku ewên zimanê dayikê yê xelkî qebûl nakin bi reftarên kevn û qedexekirî yên serdemê Tirkiyeya Kevn reftarê dikin.

Di dawiya peyama xwe de, Abdulhamit Gul tekez li ser wê yekê kir ku di bin serpereştî û rêberiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan de, siyaseta redkirin û înkarkirinê bo gilêşxaneya dîrokê hatiye avêtin û partiya wan bo parastina maf, qanûnan û biratiya 86 milyon welatiyan dê li ser têkoşînê berdewam be.

Ev jî di demekê de ye ku tevî daxuyaniyên erênî yên berpirsên AK Partiyê, dewleta Tirkiyeyê heta niha di destûr û qanûnên xwe yên fermî de îtîraf bi zimanê Kurdî nekiriye û ew wekî zimanekê fermî nedaye nasandin. Her wiha di warê perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranîna wî di saziyên dewletê de jî astengiyên qanûnî berdewam in, ku ev yek jî dibe sedem ku nîqaşên li ser mafên zimanî di navbera aliyên siyasî de berdewam bimînin.