Ayşegul Dogan: Kurdî zimanê bi milyonana mirovan e û divê azad bibe

Ayşegul Dogan: Kurdî zimanê bi milyonana mirovan e û divê azad bibe
Ayşegul Dogan: Kurdî zimanê bi milyonana mirovan e û divê azad bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan ragihand ku Tirkiye welatekî pirziman, pirçand û pirnasname ye û pirsî: "Li şûna ku hûn bipirsin çima xizmetkariyên şaredariyan bi du zimanan in, divê hûn bipirsin çima zimanê kurdî heta niha ne azad e?"

Ev helwesta parlamentera Şirnexê û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan piştî wê yekê hat ku di vê dawiyê de pirs û nîqaşên li ser tabloyên trafîkê û îşaretên bi her du zimanên Kurdî û Tirkî ku ji sala 2014ê ve li Diyarbekirê hatibûn danîn, careke din li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûn rojev û cihê nîqaşê.

Ayşegul Dogan di peyamekê de li ser hesaba xwe ya fermî ya tora civakî ya Xê bal kişand ser cihê zimanê kurdî û ragihand: "Tirkiye welatekî pirziman, pirkultûr û pirnasname ye; kurdî zimanê dayikê yê bi milyonanan mirovan e ku li ser çend welatên cîran hatine belavkirin. Li şûna ku hûn bipirsin çima xizmetkariyên şaredariyan bi du zimanan in, divê hûn bipirsin ka çima heta niha jî zimanê kurdî ne azad e?"

Berdevka DEM Partiyê tekez li ser wê yekê jî kir ku divê dawî li tirsa ji zimanan bê anîn û got: "Li şûna ku ji zimanan bitirsin, gelo pêdivî nake piştgirî li axaftin û xwendina bi zimanê kurdî bê kirin? Di demekê de ku biratî ji zimanî dest pê dike, pirsa bingehîn ev e: Çima hûn ji vê yekê nîgeran û bêzar dibin? Bi rastî çîrok û arêşeya me jî her ji vê xalê dest pê dike."