Hûsiyan Tengava Babûl Mendebê bi temamî kontrol kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên Hûsî li Yemenê giraveke girîng û stratejîk di nav Deryaya Sor de kontrol kir, bi vî rengî jî Tengava Babûl Mendebê ya navdewletî bi temamî ket bin kontrola wan.
Ajansa nûçeyan a "France-Presse"ê (AFP) ji zarê berpirsekî xwecih û çend şahidan belav kir ku çekdarên Hûsî îro Înê, 11ê Îlona 2026ê, dest daniye ser girava "Miyûn"ê (Perîm). Ev pêngav jî bûye sedema temamkirina bizavên wan ji bo sepandina hejmon û desthilata xwe ya serbazî li ser tevahiya tengava Babûl Mendebê.
Wî berpirsê xwecih ji “France-Presse”ê re ron jî kir ku çekdarên Hûsî bi çend kelekan gihîştine girava Miyûnê, ew jî piştî ku hêzên girêdayî hikûmetê duhî bi temamî ji wê giravê vekişiyan.
Ji aliyekî din ve jî, şahidên wê deverê amaje bi wê yekê da ku piştî destbiserdagirtina giravê, çekdarên Hûsî li kenarên Tengava Babûl Mendebê hatine belavkirin û bi timbêlên leşkerî li tevahiya deverê digerin.
Girava Miyûnê, ku di eynî demê de wekî girava "Perîm"ê jî tê nasîn, xwediya cihekê gelek hestiyar û stratejîk e di erdnîgariya keştîvaniya navdewletî de, bi awayekî ku rêya Tengava Babûl Mendebê li ser du xêzên sereke yên hatin û çûna keştiyên bazirganî û petrolê parve dike.