Konsula Nû ya Brîtanyayê yekkirina hêzên Pêşmergeyan li Masrûr Barzanî pîroz kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî îro pêşwazî li Konsula Giştî ya Nû ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Holly Tîar kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî Îro Yekşemê, 13ê Îlona 2026ê, pêşwazî li Konsula Giştî ya Nû ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Holly Tîar kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî pîrozkirina destpêkirina karî li wê, hemî piştevaniya xwe bo wê piştrast kir û tekez li ser giringiya bihêztirakirina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Brîtanyayê kir.
Konsula Giştî ya Brîtanyayê jî ji aliyê xwe ve kêfxweşiya xwe bi destpêkirina karê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaza welatê xwe bo zêdetir pêşvebirina peywendiyên dualî di warên cihêreng de tekez kir.
Di pareke din a wê civînê de, çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemî kertan de hatin nîqaşkirin. Konsula Giştî ya Brîtanyayê yekkirina Hêzên Pêşmergeyan û serkeftina çaksaziyên Wezareta Pêşmerge li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kirin.