Serok Barzanî pêşwaziya hejmareke serokhoz û kesatiyên Îraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li şandeke rûspî û serokên eşîretên parêzgehên Îraqê kir, ku ji bo sersaxiyê serdana wî kiribû, û di wê hevdîtinê de tekez li ser xurtkirina biratiya Kurd û Ereban hat kirin û hat diyarikirin ku divê duberekiyên siyasî zirarê negehînin peywendiyên dîrokî yên navbera pêkhateyan.

Baregayê Barzanî îro Yekşemê, 13ê Îlona 2026ê, ragihand ku Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li hejmareke kesatî, rûspî û serokên eşîret û hozên parêzgehên Îraqê kir.

Baregayê Barzanî da zanîn jî ku şanda mêvan bi merema pêşkêşkirina sersaxiyê serdana Serok Barzanî kiribû û hevxemiya xwe bo koça dawiyê ya Xudêjêrazî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî nîşan dan.

Her di wê civînê de, şanda mêvan rola Serok Barzanî di xurtkirina biratî û pêkvejiyana navbera pêkhateyan de bi giştî û bi taybetî di navbera Kurd û Ereban de bilind nirxand. Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî tekez kir ku divê duberekiyên navbera aliyên siyasî nebin sedema têkçûna peywendiyên navbera pêkhateyên Kurd û Ereb.

Serok Barzanî dîyar jî kir ku wan parlamenterên xwe spartine ku di erk û karên xwe de bo hemî Îraq û Kurdistanê bê cihêrengî kar bikin," û tekez li ser berdewamiya bizavan ji bo berfirehkirina biratî û peywendiyên navbera Kurd û Ereban kir.