Brîtanya: Em dixwazin hevpariyên xwe yên dîrokî ligel Pêşmergeyan berdewam bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Bilind ê Berevaniyê yê Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn ragihand ku di çarçoveya yadaştnameya hevfêmkirina berevaniyê ya bê di navbera London û Bexdayê de, ew dê li ser bihêzkirina hevpeymaniyê û berfirehkirina hevkariyên leşkerî li gel Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan kar bikin.
Şêwirmendê Bilind ê Berevaniyê yê Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn Cîgirê Edmîral Edward Ahlgren duhî Yekşemê, 13ê Îlona 2026ê, di çarçoveya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de li gel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.
Di peyameke vîdyoyî de ku ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê hate belavkirin, Ahlgren kêfxweşiya xwe bi vegera xwe ya ji bo Kurdistanê nîşan da û diyar kir ku li ber ronahiya vê rewşa tijî astengî ya îro ya herêmî û cîhanî, gelek giring e dost û hevpar ji nêzîk ve ji bo bihêzkirina hevpeymaniyên xwe û binbirkirina çavkaniyên nearamiyê û têkdanê kar bikin.
Şêwirmendê Bilind ê Brîtanyayê eşkera jî kir ku di axaftinên xwe yên li gel serkirdeyên Herêma Kurdistanê de gelek qadên giring bo pêşxistina hevahengiyan hatine destnîşankirin û rêyeka hevpar hatiye diyarkirin da ku bi hevparî bişopînin, bi taybetî di çarçoveya wê "Yadaştnameya hevfêmkirina Berevaniyê" de ya ku biryar e di paşerojê de di navbera Îraq û Brîtanyayê de bê îmzakirin.
Ahlgren bi giringî ve behsa peywendiyên dîrokî yên navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê kir û got: "Wekî çawa ku cîhan dizane, dîrokeke me ya kevnar li gel Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan heye. Em bi dilgermî ve li benda berdewamkirina wê dîroka tijî şanazî û erênî ne, ji bo misogerkirina ewlehî, berfirehî û pêkanîna aştiyeke hevpar."