Hîva Penahî: Min bi helbest û civaknasiyê xizmeta nasnameya Kurdî kiriye

Hîva Penahî
Hîva Penahî

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvan, nivîskar û pispora sosyolojiya siyasî Dr. Hîva Penahî bal kişand ser girêdana efsane û felsefeyê bi sosyolojiya siyasî re, astengî û paşguhxistina wê li navendên akademîk ên Yûnanistanê, dizîna berhema wê ya zanistî û girîngiya rola edebiyatê di parastina ziman û naskirina neteweyî ya Kurdî de.

Hîva Penahî, ku ji bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, xwediya xelata Dezgeha Mitterrandê û bawernameya doktorayê di warê sosyolojiya siyasî de ji Zanîngeha Panteionê ya Yûnanistanê ye. Ew di asta navdewletî de bi karên xwe yên edebî û lêkolînên di warê xwendina klasîk de tê naskirin û helbestên wê ji bo gelek zimanên cîhanê wekî Yûnanî, Ingilîzî û Bengalî hatine wergerandin.

Di derheqa girîngtirîn karên akademîk de, Hîva Penahî amaje bi têza xwe ya doktorayê kir ku tê de li ser bingeha teoriyeke xwe ya taybet lêkolîneke danberheviyê di navbera pêkhateyên civakî û siyasî yên Farisî, Yûnanî û Kurdî de di çarçoveya efsaneyên "Prometheus" û "Kawayê Hesinker" de kiriye.

Helbestvana navbirî herwesa got: "Vê berhema min 10 salên xebata berfireh (2006–2014) vegirtin, şîroveyeke kûr e bo pirsa desthilatê, sîstema siyasî, mîrata çandî û meyla wan gelan ber bi demokrasiyê ve an dûrketina ji wê. Min ew deziyê nediyar dît ku şikefta Kawayê Hesinker ê me bi wê Prometheusê girê dide ku li dijî xwedawendan serî hilda û agir pêşkêşî mirovahiyê kir."

Vê nivîskara Kurd di sala 2004ê de şakara şanoyî ya "Prometheus"ê ya Aeschylus ji zimanê Yûnanî yê kevn bi kêşa helbesta "Şeşbendî" ya Kurdî wergerand ser zimanê Kurdî. Di wê demê de ji aliyê helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes ve wekî "Elmas" hat wesfkirin û Profesor Dr. Emîr Hesenpûr jî ew bilind nirxand û ragihand ku di hinek mijaran de ji karên Goethe jî derbaz dibe.

Di bersiva pirsiyarekê de di derheqa rola edebiyatê di parastina nasname û zimanê dayikê de, Hîva Penahî got: "Helbest zimanî pêş dixe û felsefe û mirovnasiya me diparêze. Jin bi xwezaya xwe çandê çê dikin, ji ber ku ziman û evînê didin zarokên xwe. Bo me jinên helbestvan, ziman wekî zarokê me yê duyê ye û li her derê bi me re ye." 

Wê bi rêya Kurdistanê24ê pêşniyarek arasteyî navendên akademîk ên Herêma Kurdistanê kir û got: "Ez daxwaz dikim ku zanîngehên Kurdistanê dezgehên xwe yên çapê damezrînin; her sal sponsoriya berhemên nivîskarên Kurd bikin û çap bikin, daku xizmeteke kiryarkî bo pêşxistin û parastina zimanê Kurdî bê kirin."

Di derheqa projeyên paşerojê de jî, Hîva Penahî ragihand ku sê pirtûkên wê di bin çapê de ne; wekî komkirina sê dîwanên helbestan di yek bergê Kurdî de, monogirafiyek di warê zanistên civakî de, û pirtûka bîranînên wê ku qonaxa salên 2011–2025 vedigire.