Siûdiye: Em ê bi tundtirîn awayî bersiva êrîşa Hûsiyan bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Erebistana Siûdî soz da ku dê bi tundtirîn awayî bersiva rêzeêrîşên nû yên Hûsiyên Yemenê bide ku li dijî axa wî welatî pêk hatine.

Hevpeymaniya bi serokatiya Riyadê ragihand, ji ber êrîşên mûşekî yên Hûsiyan, li başûrê Siûdiyê 13 sivîl birîndar bûne. Berdevkê fermî yê Hevpeymaniyê Tirkî Malikî da zanîn ku Hûsiyan sazî û avahiyên sivîl li bajarên Xemîs Muşeyt, Ebha û Tayifê kirine armanc û destnîşan kir ku fermandariya wan dê bi tundî û berpirsiyarî bersiva van destdirêjiyan bide.

Li aliyê din, Hûsiyan ragihand ku wan bi rêya dron û mûşekan êrîşî baregeha esmanî ya Melîk Xalid a li Xemîs Muşeytê kiriye. Endamê Mekteba Siyasî ya Hûsiyan Huzam Esed diyar kir: "Heta ku rejîma neyar a Siûdiyê êrîşên xwe didomîne, dê bersiva me jî berdewam bike."

Her wiha Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî da zanîn ku firokeyên Siûdiyê 54 caran êrîşên esmanî pêk anîne.

Kontrolkirina peravên Deryaya Sor û Tengava Bab el-Mendebê ji aliyê Hûsiyan ve, metirsiyeke rasterast li ser Siûdiyê çêdike; ji ber ku ev yek hinardekirina petrola Siûdiyê ya bi rêya deryayê dixe bin xetereyê.