Li Bexdayê 11 xwepêşandanên cuda tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bajarê Bexdayê ji ber lidarxistina 11 xwepêşandanên cuda, îro 15ê Îlonê rojeke pir qerebalix û aloz derbas dike. Ev nerazîbûn ji aliyê çînên wekî bijîşk, xwediyên jeneratoran, karmendên berê yên ewlehiyê û kesûkarên qurbaniyan ve hatin lidarxistin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê da zanîn, van çalakiyan li gelek tax û kolanan qerebalixiyeke giran çêkiriye. Yek ji wan çalakiyan ji aliyê kirêdarên projeya niştecîbûnê ya "Mehebe 1 û 2" (ku milkê Nizar Ebdulwahîd, birayê Şasiwar Ebdulwahîd e) li ber Desteya Veberhênanê hat kirin; wan xwest ku yekeyên wan piştî 5 salan ji dema diyarkirî radestî wan bên kirin.

Hevdem bijîşkên bi girêbest ên salên 2022 heta 2025an ji ber nedana mûçeyên çend mehên borî li nexweşxaneyan dest ji kar berdan û li ber Nexweşxaneya Kindî nerazîbûn nîşan dan. Mûçeyên wan di navbera 450 hezar heta 550 hezar dînarî de ye.

Ji aliyekî din ve, xwediyên jeneratoran jî ji ber dabînnekirina para gaza sotemeniyê derketin kolanan û diyar kirin ku ew rojane 18 saetan elektrîkê didin welatiyan, lê hikûmetê soza xwe ya dayîna sotemeniyê bicih neaniye.

Li navçeya Kesk a Bexdayê jî çend çalakiyên cuda hebûn; hejmarek karmendên berê yên polîs û Dezgeha Dijîterorê xwastin ku vegerin ser karên xwe. Herwiha malbatên girtiyan li heman derê daxwaza cîbicîkirina qanûna lêborîna giştî û serbestberdana kesûkarên xwe kirin.

Di xwepêşandaneke din de, kesûkarên qurbaniyên kompanyaya Merieux a Fransî daxwaza qerebûyê kirin. Ev kompanya di salên 1980î de bi rêya derziyên çewt bûbû sedema tûşbûna nêzîkî 100 welatiyên Iraqî bi vîrusa AIDSê; malbatên wan daxwaz dikin ku biryara fermî ya hikûmetê ya ji bo qerebûkirinê bikeve warê cibicîkirinê.