Trump li ser qonaxa piştî şer bi serkirdeyên Kendavê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump bi niyaz e hefteya bê, li ser perawîza civînên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê, bi serkirdeyên welatên Kendavê re bicive, da ku rêça şer û stratejiya qonaxa piştî şer gotûbêj bike.

Li gorî malpera Amerîkî "Axios" ku dispêre sê jêderên agahdar, tê çaverêkirin ku Donald Trump nêrîn û planên xwe yên derbarê stratejiya serdema piştî şer de bi welatên Kendavê re parve bike. Di heman demê de, Serokê Amerîkayê û tîma wî mijûlî amadekirina plana "roja piştî şer" in, ku tê pêşbînîkirin piştî hilbijartinên nîvdemê yên Kongressê bi temamî bê dariştin.

Jêderan diyar kirine ku Trump dê bi serkirde yan jî bi wezîrên derve yên welatên Encûmena Hevkariya Kendavê (Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Behreyn, Kuweyt û Uman) re bicive. Ji bo vê armancê, roja Çarşemê Wezareta Derve ya Amerîkayê vexwendinnameyên destpêkê yên ji bo hevdîtinê şandine.

Yek ji jêderan her wiha daye zanîn ku dibe ev civîn berfirehtir bibe û serkirdeyên welatên din ên erebî û îslamî jî li xwe bigire, lê heta niha Koşka Spî red kiriye ku derbarê vê mijarê de daxuyaniyê bide.

Beriya niha Donald Trump dabû xuyakirin ku şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe û gotibû Tehran dixwaze bigihîje rêkeftinekê.

Trump di daxuyaniya xwe de gotibû: "Ew ji bo gihîştina rêkeftinekê gelekî bi kelecan in, em binihêrin ka rewş dê ber bi ku ve biçe."

Her çend Serokê Amerîkayê behsa egera bidawîbûna şer a piştî hilbijartinên nîvdemê kiribe jî, hûrgiliyên derbarê her rêyeke danûstandinên nihênî yên di navbera Washington û Tehranê de hîn jî ne diyar in.

Di meha Hezîrana borî de Washington û Tehran gihiştibûn hevtêgihîştineke demkî, lê ew rêkeftin nebû sedema bidawîbûna mayînde ya pevçûnan û alozî ji nû ve serî hildan.

Sedema sereke ya nûbûna aloziyan vedigere nakokiyên li ser mijara Tengava Hurmizê û mekanîzmaya vekirina wê ji bo tevgera keştiyên navneteweyî. Niha Tengava Hurmizê bûye yek ji qadên herî girîng ên şer, bi taybetî piştî ku çûnûhatina keştiyên bazirganî û neftê tê re bi awayekî berbiçav rawestiyaye yan jî kêm bûye.